Malbata şehîda kimyabaranê: Em ê şopdarên rêya wan bin

Endamên malbata gerîlaya YJA Star Canda Îsmaîl (Adar Çiya) ku di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk de bi 10 hevrêyen xwe re şehîd bû, destnîşan kirin ku ew ê şopdarên fikir û têkoşîna zaroka xwe bin.

Malbata şehîda kimyabaranê: Em ê şopdarên rêya wan bin
31 kanûn, 2022   01:50
QAMIŞLO -HÊLÎN EYLÛL

Canda Îsmaîl (Adar Çiya) di 5’ê Mijdara 2022’yan de li bejahiya gundê Saca yê girêdayî bajaroka Şeladizê ya bajarê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê, di encama êrişên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de li gel 10 hevalên xwe şehîd bû.

Ji bo şehîd Adar Çiya li pêşiya mala malbata wê ya li gundê Werdiyê yê li ser rêya Hesekê-Amûdê konê sersaxiyê hat vegirtin. Ji bajar û gundên derdorê gelek kesan serdana kon kirin û ji malbatê sersaxî xwest.

JI DENGÊ Ş. ADAR KURTEJIYANA WÊ

Canda Îsmaîl (Adar Çiya) di dîmenek ku ji piştî şehadeta wê ji aliyê Navenda Ragihandini û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hat weşandin de, behsa tevlîbûn û têkoşîna xwe dike. 

Li gorî vegotinên di dîmenan de Adar Çiya di sala 1994’an de li bajarê dîrokî Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Adar bi çanda welatparêziyê ya ji derdora xwe wergirtiye mezin bû û ev çand ji xwe re dike pîvanek.

Di malbatê de gelek kes tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne. Vê yekê jî bandorek mezin li ser Adar çêkiriye û her xwestiye tevlî gerîla bibe. Li hemberî zextên civakî yên li dijî jinê her tim xwedî helwest bûye. Terzê jiyana ku li ser jinê dihat ferzkirin ji bo wê hertim bûye mijarek nakokî û lêpirsînê. Lewma lêgerîna xwe zêdetir kiriye, nêrîn û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan xwendine. Di sala 2014'an de jî berê xwe daye Çiyayên Kurdistanê û xweyalên xwe pêk anîne. Piştî perwerdeya şervanê nû li herêma Garê dest bi pratîkê kiriye.

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kirin, Adar jî li gel komek hevalên xwe berê xwe dide Kerkûkê. Li vir di nava şer de dibe xwedî tecrûbe û careke din berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Şehîd Adar piştî vedigere çiya jî, li ser daxwaza xwe derbasî herêma Zapê dibe û hertim xwestiye ku alîkariya hevrêyên xwe bike, pirsgirêkan bi hevre çareser bikin.

MALBATÊ KESAYETA ŞEHÎD VEGOT

Endamên malbatê  têkildarî kesayaet, jiyan û têkoşîna şehîd Adar Çiya ji ANHAʹyê re axivîn.

Bavê şehîd  Adar, Îsmaîl Seîd Qero da zanîn ku ew beriya Şoreşa Rojava wekî malbat ji Şamê bûn, lê bi destpêkirina şoreşê re vegeriyane gundê xwe û ew jî tevlî xebatan bûne.  Îsmaîl Seîd Karlû destnîşan kir ku dayika şehîd Adar  Zekiye ku 5 sal beriya niha jiyana xwe ji dest daye jî tevlî xebatan bûye, her wiha sê xaltikên wê jî tevlî gerîla bûne.

Îsmaîl Seîd diyar kir ku şoreşê û xebatên dayika şehîd Adar û xaltikên wê bandor li ser wê çêkiriye, her tim gotiye, “ez ê jî biçim”, sala 2014’an jî bi daxwaza xwe tev li tevgera azadiyê bûye.

Îsmaîl Seîd Qero bilêv kir ku ew bi keça xwe serbilind e û ewê şopdarên rêya wan bin.

Xaltika şehîd Adar Felek Seîd jî bal kişand ku şehîd Adar di zaroktiya xwe de bêdeng bûye, lê her ku mezin bûye hestên wê yên tevlêbûna gerîla zede bûne, dema 3 xaltikên wê tevlî refên gerîla bûn, ew jî bandor bûye û biryara tevlîbûnê daye. Felek Seîd anî ziman ku  şehîd Adar xeyalên xwe pêk anîne û ew jî bi wê gelekî serbilind in, ewê doza wê bişopînin. 

Meta şehîd Adar,  Gulbihar Seîd jî bi van gotinan behsa kesayeta şehîd Adar kir: “Temen biçûk bû lê bi fikrên xwe mezin bû. Bêdeng bû, lê diyar bû ku dagirtî û zana bû. Di nav gund, dibistan û hevalên xwe da gelek dihat heskirin. Ji zaroktiyê heya mezin bû xweyalên wê hebûn. Di sala 2014’an de li ser rêya xwe meşiya. Em jî soz didin ku em ê li ser rika wê bimeşin’’

Birayê şehîd Adar, Ehmed Îsmaîl  jî destnîşan kir ku wî wekî zarokê herî biçûk ê malbatê gelekî ji xwîşka xwe kiriye û soza şopandina rêya xweşîka xwe da.

ANHA