​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gelê Iraqê li hember krîza dolar li ber teqînê ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa krîza dolar a li Iraqê, rewşên Lîbya û Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gelê Iraqê li hember krîza dolar li ber teqînê ye
30 kanûn, 2022   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KRÎZA DOLAR HEWLDANÊN HIKUMETA IRAQÊ BADILHEWA DIKE Û HÊRSA GEL ZÊDE DIKE′

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Hikumeta Iraqê li gel bêîstîqrariya nirxê dînar li hember dolar û aloziya debarê, rastî astengiyên mezin tê. Li gel wê jî metirsiyên gel li hember vê rewşê zêde dibin.

Banka Navendî ya Iraqê di vê dawiyê de ji bo îstîqrara nirxê dînar li hember dolar, gelek tedbîr girtin.

Banka Navendî ji bazirganan re tekezî li ser girîngiya dan û standina rasterast bi bankan re û nehiştina navbeynkar û spekulatoran kir. Bankê îşaret bi girîngiya biryara Meclisa Wezîran kir.

Hin pispor ji aktîfbûna tedbîrên hatine girtin bi guman in û hişyarî da ku vegera îstîqrara nirxê dînar li hember dolar, nayê wateya derbasbûna krîzê, ev jî dihêle hikumet di rewşa awarte de be û çavê wê li kolanê be.

Pisporê aboriyê Qasim El Sultanî da zanîn ku rêjeya xizaniyê û bêkariyê li Iraqê ji ber gelek sedemên aborî û siyasî ye. Ji wê zêdetir jî hikumetên berê tu bername û planek ji bo çareserkirina xizanî û bêkariyê pêşkêş nekirin."

′NY: TU NEXŞERÊYÊN ÇARESERIYÊ LI LÎBYAYÊ TUNE NE′

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Duh, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştgiriya Lîbyayê, niyeta nûnerê taybet ê sekreterê NY′yê bo Lîbyayê Ebdullah Batîlî ji bo ragihandina nexşerêyeke ku hikumeteke nû were avakirin, derewand.

Nûnertiyê bi daxuyaniyekê de da zanîn ev gotegot ji bo têkbirina xebata siyasî ye û da ku rola nûnertiyê tevlihev bike.

Ev gotegot piştî belavkirina agahiyên şaş li ser dezgehên çapemeniyê pêk hatin. Di wan agahiyan de tê îdiakirin ku nûnerê taybet ê sekreterê giştî Ebdullah Batîlî plana ragihandina nexşerêya avakirina hikumeta nû dike."

′LUBNAN; CAREKE DIN NAKOKIYÊN HEVALBENDÊN HIZBULLAHÊ DERDIKEVIN HOLÊ′

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Careke din nakokiyên eşkere li Lubnanê di navbera serokê parlamentoyê Nebîh Berî û serokê berê Mîşêl Ewn de li ser tawanên Ewn ê li hemberî Berî têkildarî taloqkirina qanûnan di dema serokatiya wî de, derketin holê. Bi vê yekê têkiliya her du aliyên di hevbendiya Hizbullahê de ku di navbera wan de nakokiyên tund hene û nikarin çareser bikin, tîne bîra lubnaniyan.

Serok Ewn şeva berê li ser kanaleke televîzyonê ya girêdayî tevgera xwe got: "Tiştê dizanim serok Nebîh Berî li dijî namzetiya min a serokkomariyê bû. Min ji Hizbullahê sedema bêdengiya wê ya li ser reftara Berî a 6 salên borî nepirsî, wan jî agahî neda min û ez texmîn dikim ku lihevkirina Mar Mexaîl bi Hizbullahê re divê ji nû ve were çêkirin."

(fr)