​​​​​​​Dewleta Tirk ji 4 mehan ve ava stasyona Elokê qut kiriye

Dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ji ser bêhtirî milyon û nîv milyon welatiyên Kantona Hesekê ji meha Tebaxa borî ve qut kiriye.

​​​​​​​Dewleta Tirk ji 4 mehan ve ava stasyona Elokê qut kiriye
30 kanûn, 2022   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berê, çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ya Kantona Hesekê stasyona Elok a Serêkaniya dagirkirî bû. Lê belê piştî dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn av ji ser Kantona Hesekê bêhtirî 30 caran qut kir. Cara dawî meha Tebaxa borî bû ku heta niha didome.

Der barê mijarê de, hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sabrî got: “Ji roja yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve û heta niha, şêniyên kantonê di peydakirina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin.”

Newar wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker stasyona Elok wek kaxizeke zextê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.”

Newar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Hezîrana borî ve rêjeya avê ya bajêr kêm kiriye, ku berê rojane av dihat lê piştre bû her 3 roj.

Newar wiha pê de çû: “Xeta sereke ya avê li herêmên dagirkirî şikest. Tevî wê, me kehrebe li ser stasyonê qut nekir. Lê ji ber ku xeta sereke rastî binpêkirina hat û av nedigihişt herêmê, me kehrebe ji ser stasyonê qut kir.”

Newar diyar kir ku di 29`ê hema mehê de, gelek alî navbeynkarî kir û soz hebûn ku ava pêwîst ji herêmê re bê berdan û ji bo ku av bigihêje Hesekê sozên ku rêveberiyê dane anîn cih lê miqdara avê ya pêwîst nehat.

BINPÊKIRINA SOZAN

Newar bal kişand ser lihevkirinên li ser xebitandina stasyona sereke û got: “Me nêzî 8 mêgawat kehrebe dida stasyona Elok ruxmî ku pêwîstiya stasyon bi 3 mêgawat heye. Li beramber wê diviyabî herî kêm 20 bîr bihatana xebitandin lê ava ku dihat 10 bîr derbas nedikir.”

Di dawiyê de Newar got: “Divê rêxistinên ku mafên mirovan îdia dikin, di serî de NY li hember vê mijarê helwesteke cidî nîşan bidin û pirsgirêka stasyona Elok çareser bikin.”

Her wiha, çalakvanê hiqûqî Xalid Cebir jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker peymana Cinêvê ya 1949’an û herdu protokolên 1977’an têk dibe, nexasim madeya 14’an a girêdayî qutkirina ava stasyona Elokê.

Li gorî lihevkirina Cinevê ku ji 4 lihevkirinan pêk tê û herî dawî sala 1949`an a parastina mafên mirovan bû, di şer de divê sivîl werin parastin. Her wiha li gorî madeya yekemîn jî, divê aliyên lihevirinê pabendî wê bin.

Di dawiya axaftina xwe de Cebir hêzên navneteweyî û xwedîdernektina li berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî rexne kir, her wiha Meclisa Ewlehiyê û saziyên wê ji ber bêdengiya xwe ya li hember bipêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Têkildarî heman mijarê, endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê –Serêkaniyê Mihemed Elî Ferhan jî wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker hemû pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike, ku bi taybetî bi qutkirina ava Elokê re ew madeya 2’yê ya peymana Lahay a 1907’an têk dibe.”

(mh)

ANHA