'Divê hikumeta Fransayê helwesta xwe zelal bike'

Siyasetmedarên Kurd diyar kir ku li her derê çalakvanên Kurd ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin û bang li hikumeta Fransayê kir helwesta xwe li hemberî gelê Kurd zelal bike.

'Divê hikumeta Fransayê helwesta xwe zelal bike'
30 kanûn, 2022   01:48
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî komkujiya duyemîn a Parîsê û sûcên li dijî gelê Kurd ji ANHA`yê re axivîn.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku komkujiya li Parîsê aşkera dike ku neteweya Kurd û çalakvanên wê armanc in û got: “Beriya çend rojan parêzerekî Kurd li Efrînê di bin îşkenceya MÎT’ê de hat qetilkirin. Li Îranê jî zext li gel tê kirin. Divê civata navneteweyî bê deng nemîne. Divê gelê Kurd bê parastin.”

Salih Gedo destnîşan kir ku hikumeta Fransayê dema xwe wek dostê Kurdan nîşan dide, divê rastiya komkujiyê li gorî berpirsyariya xwe ji raya giştî re ragihîne û hesab ji berpirsan bixwaze.

Gedo bal kişand ser rol û helwesta tevgerên Kurdan û wiha dewam kir: “Erdogan û dewleta Tirk dijminên Kurdan in, komkujiyan li Kurdistanê pêk tînin. Li ku derê zarokekî Kurd bê qetilkirin em ê zanibin ku dewleta Tirk li pişt wê ye.”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê Ciwan Siko jî bal kişand ku beriya komkujiyê bi 2 rojan Erdogan ji Fransayê xwest ku hemû sazî û dezgehên Kurdan li Parîsê bigire, piştî wê ev komkujî pêk hat û got: “Ev tê wateya ku îstixbarata Tirkiyê li pişt vê komkujiyê ye.”

Siko destnîşan kir ku di qetilkirina serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 1986`an de destê Tirkan hebû, di Komkujiya 2013`an a li Parîsê de jî têkiliya wan hebû û niha jî li Parîsê heman bûyer pêk hatin. Siko got ku êrişa li Stenbolê rû daye jî dewleta Tirk xwest bixe stûyê Kurdan.

Ciwan Siko destnîşan kir ku ev komkujî li ber çavê hikumeta Fransayê çêbûye û ev tişt gotin: “Dibe ku li kêleka MÎT’a Tirk destê îstixbarata Fransayê jî hebe. Divê hikumeta Fransayê helwesta xwe li hemberî gelê Kurd zelal bike.”

ANHA