​​​​​​​'Piştî êrişên dewleta Tirk li kampa holê tevlihevî zêde bû'

Rêveberiya Kampa Holê da zanîn ku li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ku di çi kêliyê de be kamp ji bin kontrolê derkeve û dê bi xwe re karesateke mirovî li tevahî bîne.

​​​​​​​'Piştî êrişên dewleta Tirk li kampa holê tevlihevî zêde bû'
30 kanûn, 2022   04:31
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Li gorî belge û sicîlên Rêveberiya Kampa Holê di 12 mehên borî de 36 sûcên qetilkirinê li kampê çêbûn, di nav de du jinên li beşa Muahcîrat ku ji Misirê ne hebûn, ew ji piştî "Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêk hat.

Jinên DAIŞ′î û şaneyên DAIŞ′ê hewl didin fikrê tundraw di nava kampê de bi cih bikin û niştecihan neçarî vê fikrê bikin û her kesê li dijî wan tesfiye dikin.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawî li dijî nuqteyên ewlehiyê yên li kampa Holê yên di 23′yê Mijdarê de, êriş û tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û hewlên reva wan zêde bûn.

/kr/uploads/files/2022/12/29/195824_-large.webp

Endama Rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan wiha got: "Piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampê hate destpêkirin, rewşa ewlehiyê hinekî baş bû. Lê piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî nuqteyên ewlehiyê yên li kampê, kam di rewşeke tevlihevî û hewlên revê de dijî."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25′ê Tebaxa 2022′yan de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê heta 17′ê Îlona 2022′yan dest pê kir. Di pêngavê de 226 çete hatin girtin, di nav de 36 jinên DAIŞ′î hebûn. Ew jin beşdarî sûcên qetilkirin û tirsandinê bûn, her wiha 25 xendek û kolan hatin dîtin, gelek çekên nûjen hatin dîtin.

Cîhan Henan wiha domand: "Kampa Holê bûyer pirsgirêk û êdî divê di demeke nêz de were çareserkirin. Ew jî divê iraqî li welatê xwe vegerin û sûrî li bajarên xwe vegerin, her wiha jin û zarokên çeteyên DAIŞ′ê li welatên xwe vegerin."

KAMP DI ÇI KÊLIYÊ DE DÊ JI BIN KONTROLÊ DERKEVE

Cîhan wiha dawî li gotina xwe anî: "Di çi demê de kamp rûbirûyî derketina ji bin kontrolê ye, ew jî ger êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dewam kirin. Dê bi wê yekê re karesateke mirovî li tevahî cîhanê çêbe."

Kampa Holê, 45 kîlometre li rojhilatê Hesekê ye û xetertirîn kampên li cîhanê ye. Ji 9 beşan pêk tê û tê de 53 hezar û 98 kes di nava 14 hezar 601 malbatî de dijîn, ji wan 27 hezar û 118 kes ji Iraqê di nava 7 hezar û 275 malbatî de ne, 18 hezar û 166 sûrî di nava 5 hezar û 24 malbatî de ne, her wiha 7 hezar û 803 jin û zarokên çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî di 2 hezar û 291 malbatî de ne û ji 54 welatên biyanî ne û li beşa bi nave beşa Muhacîrat hatine bicihkirin.

(fr)

ANHA