​​​​​​​Hêviya sala nû ya koçberan: Vegera li warê xwe û azadiya rêber Ocalan

Koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêvî dikin sala nû bibe sala bidawîkirina şer, vegera wan a li warê xwe û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.

​​​​​​​Hêviya sala nû ya koçberan: Vegera li warê xwe û azadiya rêber Ocalan
30 kanûn, 2022   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberên li kampên Berxwedan, Waşûkanî, Serêkaniyê û Til Semin hêvî dikin ku ku sala 2023ʹyan bibe sala vegerê, aştî pêk were û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe.

ŞEHBA

Koçbera bi navê Rîma Mistefa Xulasî ji pêkhateya Ereb a gundê Dar Îze yê Efrînê ye û li Kampa Berxwedan a Şehbayê dimîne, anî ziman ku tevî hemû zehmetiyan wan xeta berxwedanê hilbijartiye û got: “Ji dema em koçberî kantona Şehbayê bûne ve, ji ber tunebûna tevahî pêdiviyên jiyanê ya bi sedema dorpêça giran a ku hikumeta Şamê li ser me ferz kiriye, bi taybet di van çend mehên dawîn de em azaran dikişînin. Lê ruxmî van hemûyan me xeta berxwedanê hilbijartiye."

Rîma hêvî kir sala 2023`yan bibe sala vegera li Efrînê û got: "Hêvî dikim ku di bin dara zeytûnê de rûnêm, axa Efrînê bêhn bikim û serdana gora bavê xwe û goristana şehîdan bikim."

Remedan Oso ji bajarê Efrînê ye û li Kampa Berxwedan dimîne, hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî û vegera li warê xwe û got: "Berxwedan û sekna me ji bo vegera li welatê me Efrînê ye."

Koçbera bi navê Menal Şêxo ji pêkhateyê Tirkman e û li heman kampê dimîne jî bal kişand ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê ku nahêle madeyên sereke wekî sotemenî û derman derbasî kantonê bibin.

Menal Şêxo hêvî kir ku sala 2023ʹyan mizgîniya xêr, azadî, serkeftin û vegera hemû koçberan li warê xwe.

HESEKÊ

Salih El Elî ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye û li Kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê dimîne, hêvî kir ku vegere bajarê xwe û wiha domand: "Em hêvî dikin ku aramî û îstiqrar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin mîsogerkirin û sala nû bibe sala tunekirina terorê û vegera tevahî koçberan li gund û bajarên xwe."

Şirîn Şêxê ji bajarê Serêkaniyê û li kampa koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê dimîne got: "Her tim hêviya me yek e ew e ku bajarê me were rizgarkirina û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were."

Hêviya zaroka bi navê Beyar Îso ya ji Serêkaniyê ye û li Kampa Waşûkanî dimîne jî vegere bajarê û got: "Hêvî dikim ku vegerim mala xwe û bi hevalên xwe re bilîzim."

EYN ÎSA

Di heman demê de Doza Mislim ku ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ye û li kampa Til El Semin a bakurê Reqayê dijî, bi hatina sala nû hêvî kir aştî li hemû cîhanê bi ser bikeve, şer raweste û dagirker ji Girê Spî derkevin da ku vegerin warên xwe û li wir bi aramî bijîn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I4xBnK6Z52w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d8R8O8kr4xs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n1MGRSQnL24" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>