​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çilrojiya şehîdên komkujiya Teqel Beqel bi bîr anîn

Şêniyên Kantona Qamişlo di merasîma çilrojiya şehîdên Teqel Beqel de destnîşan kirin ku berxwedana şehîdên komkujiya Teqel Beqel têkoşîna gel a li hembet dewleta Tirk a dagirker xurttir kir.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çilrojiya şehîdên komkujiya Teqel Beqel bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çilrojiya şehîdên komkujiya Teqel Beqel bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çilrojiya şehîdên komkujiya Teqel Beqel bi bîr anîn
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo çilrojiya şehîdên komkujiya Teqel Beqel bi bîr anîn
29 kanûn, 2022   20:25
QAMIŞLO

Di şeva 19-20’ê Mijdarê de balafirên artêşa Tirk a dagirker stasyona 4’emîn a kehrebeyê ya gundê Teqel Beqel a herêma Koçerat hedef girt, dema welatî berê xwe da cihê bûyerê da ku birîndaran xilas bikin, careke din balafiran hema cih bombebaran kirin û di encamê de 11 sivîl şehîd bûn yek ji wan nûçegihanê ajansa me Îsam Abdullah bû.

Meclisa Malbatên Şehîdab a Dêrikê şehîdên komkujiyê di çilrojiya şehadeta wan de li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Şehîd Bawer bi bîr anîn. Di merasîmê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mustefa destnîşan kir ku îradeya gel bi komplo û êrişan têk naçe û ew dê heta pêkanîna azadî û aramiyê her tê bikoşe.

Her wiha, endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakê (HPC) Hisên Remedan got: “Şehîdên komkujiya Teqel Beqel rûpeleke nû ya berxwedan û têkoşînê nivîsand, ku tevî metirsiya mezin jî wan ji bo xilaskirina birîndaran berê xwe da cihê bûyerê.”

Piştre, hevserokê YRA Dilyar Cizîrî şehîd Îsam û hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr anî û got: “Dewleta Tirk a dagirker rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire; ji ber ku ew rastiya wê eşkere dikin, lê belê heta em dikarin em dê rastiya siyasetên qirê ên dewletên dagirker ji cîhanê re eşkere bikin.”

Di dawiyê de bi navê malbatên şehîdan soza domandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

(mh)

ANHA