′Divê CPT′ê agahiyên li ser rewşa rêber Ocalan eşkere bike′

Endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê bang li CPT’ê kir ku agahiyên der barê rewşa rêber Ocalan eşkere bike û bang li hemû gelan kir ku banga azadiya fîzîkî ya rêbertî bikin.

′Divê CPT′ê agahiyên li ser rewşa rêber Ocalan eşkere bike′
30 kanûn, 2022   05:51
DÊRAZOR – TAMIR EBDULEZÎZ

Bangên eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan her diçin bilindtir dibin.

Der barê vê yekê, hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê Cabir El Rewam got: “Armancên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina projeya demokratîk a rêber Ocalan, li hember îradeya gelên azad têk çûn. Şoreşa ku berî 40 salan bi çend kesan dest pê kir, îro bi hezaran şoreşger berdewam e.”

El Rewam destnîşan kir ku her ku dewleta Tirk a dagirker di pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê li herêmê de têk diçe, tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dike. Bi wê yekê, texmîn dike ku vîna gel têk bibe, lê belê gel di pêkanîna fikrê rêber Ocalan de dewam dike.

Her wiha, hevserokê Meclisa Şehîd Ebûd El Lewha Ehmed El Tirkî wiha axivî: “Azadiya rêber Ocalan azadiya tevahiya gelan e, bêdengiya hêzên hegemonîk jî nîşana hevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker re ye. Em bang li hemû gelên aştîxwaz dikin ku li kêleka me bin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin.”

El Tirkî wiha domand: “Êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên me û tecrîda li ser rêber Ocalan beşek ji komploya Tirkî ya li dijî gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de El Tirkî bang li CPT’ê kir ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bike û hevdîtinekê di navbera wî û parêzerên wî de pêk bîne.

(mh)

ANHA