​​​​​​​Hesen Koçer: Divê hikumeta Şamê baldar be ji ber ku şaştiyeke dîrok dike

Hesen Koçer hişyarî da ku hikumeta Şamê bi lihevkirina bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî Rêveberiya Xweser, şaştiyeke dîrokî dike.  

​​​​​​​Hesen Koçer: Divê hikumeta Şamê baldar be ji ber ku şaştiyeke dîrok dike
29 kanûn, 2022   23:43
REQA – EHMED EL ESAF

Di çarçoveya hewldanên Rûsyayê ji bo normalîzekirina têkiliyan di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de duh li paytexta Rûsya Moskovê, wezîrên parastina yên hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Rûsyayê li hev civiyan.

Der barê vê civînê de cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer wiha axivî: “Lihevkirinên dawî yên di navbera hikûmeta Şamê û rêjîma Tirk de Sûriyê dibe toneke tarî.”

LIHEVKIRINA LI SER HESABÊ EREB Û KURDAN E   

Koçer wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku li ser hesabê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axa Sûriyê dagir bike mîna bi Lîwa Skenderon û Antakya kiriye .”

Koçer hişyarî da ku lihevkirina dawîn a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ku bi sponseriya Rûsyayê pêk tê, Sûriye ber bi parçebûnê ve dibe.

GELÊN HERÊMÊ DÊ LI BER XWE BIDIN

Koçer wiha axaftina xwe domand: “Gelên herêmê dê li ber xwe bidin û van lihevkirinan red bikin. Eger dewleta Tirk a dagirker êriş Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û biryara vê êrişê di civîna sêalî de were dayîn, şaşiyeke dîrokî ye ku hikumeta Şamê dike.”

Koçer bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku di komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nebe hevkar.

ÇARESERÎ

Koçer destnîşan kir ku çareseriya kirîza Sûriyê di pêkanîna pergala nenavendî li seranserî xaka Sûriyê de ye û wiha domand: “Divê berhemên binerd ên Sûriyê li gelên Sûriyê bi awayekî adil were belavkirin. Berhemên binerd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê milkê gelê vê herêmê ye lê belê ya hemû sûriyan e.”

Koçer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çareseriyên bi vî awayî dê kirîzên aborî û civakî yên Sûriyê çareser bike û bang li hikûmeta Şamê kir ku bi gelên herêmê re lihevkirinê pêk bîne.

(mh)

ANHA