​​​​​​​Riyad Derar sala 2022`yan dinirxîne

Reportaj Summay

​​​​​​​Riyad Derar sala 2022`yan dinirxîne
30 kanûn 2022   03:40

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar teqezî bi pêwîstiya dîtina çareseriyeke nû ji aloziya Sûriyê re kir, her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku helwesta xwe ya li hember aloziyê biguherîne û diyalogê bi Rêveberiya Xweser re dest pê bike da ku aloziya Sûriyê bi dawî dike.

Riyad Derar di hevpeyvîneke li gel ajansa me de rewşa heyî ya Sûriyê nirxand û diyar kir ku xwepêşandanên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ji ber aloziya aborî ne.

Her wiha siyasetên aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îran) bi taybet hewldanên Tirkiyê ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser nirxandin.

Derar destnîşan kir ku çareseriya rastîn a aloziya li Sûriyê, bi pêkanîna modela Rêveberiya Xweser gengaz e.

Hevpeyvîn wiha ye:

Saleke din bi dawî bû û aloziya Sûriyê bêyî hebûna tu çareseriyekê di asoyan de dewam e, hûn sala 2022`yan li ser asta Sûriyê çawa dinirxînin?

Ev sal bê çareserî bi dawî bû. Destpêkê, êriş li dijî girtîgeha Sînaa pêk hat. Ev êriş senaryoyeke din eşkere kir ku herêmê dike hedef da ku destkeftiyên pêk hatine, serkefinên li ser asta dîplomatîk bi dest ketine tune bike û desteka domdar a amerîkî ji bo îstiqrara herêmê bi dawî bike.

Wêrankirin, amûrê dewleta Tirk bû ku wêneya herêmê reş bike. JI ber wê bi rêya balafirên bêmirov kadro, rêveberiyên leşkerî, ewlehî û îdarî kirin hedef. Ji bo ku derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê bi rêya Serêkaniyê veşêre. Ev jî nîşaneya gûrkirinê ye.

Ev gûrkirin, wêrankirin armanc kir, bi rêya çalakkirina şaneyên DAIŞ`ê. Her wiha bi rêya gefa Tirkiyê têkiliya bi hêzên amerîkî yên li herêmê re xira bike. Qanûna îstîsmarê ya amerîkî ku bakurê Sûriyê ji cezayên Qeyser îstîsa nekir. Ji ber wê rêveberiya Tirkiyê her ku çû aciztir bû.

Dewleta Tirk ne tenê tevlihevî derxist lê belê bûyerên kuştinê pêk anîn û gefa êrişeke nû xwar piştî ku hêzên xwe yên hewayî bi kar anîn, binesaziya herêmê û kadroyên herêmê kir hedef.

Ev sal, sala gûrkirinê ji aliyê Tirkiyê ve bû da ku were hilbijartin. Lê her wiha sala pêkanîna lûtkeya Astana li Tehranê bû ku plana lihevanîna Erdogan û El Esed danîn. Ev senaryo di daxuyaniyên lihevanînê de xuya bû ku armanc dike opozîsyona li Stenbolê radestî rejîmê bike.

Li başûrê Sûriyê ruxmî lihevhatinan, nakokî û tevlihevî li Derayê heye. Li Siweydayê jî, rewş ne baştir bû li parêzgehê xwepêşandan û pevçûn hebûn. Hûn bûyerên li wir û sedemên çawa dinirxînin? Gelo bi nêrîna we çareserî çi ye?

Rêgeza rejîma Sûriyê di zordestiyê de û talankirina sîstematîk a civakê û aboriyê nehat guhertin. Komên çekdar ên alîgir, bazirganên şer derketin ku hêzên ewlehiyê piştgiriya wan dikin. Ev rewş, berteka neyînî ya gel li gel zêdebûna aloziyên jiyanî û astengiyan zêdetir kir.

Lihevanînê li Derayê bê encam bûn. rêbazên tengavkirinê li Siweydayê berdewam kir. bûyerên kuştinê, tengavkirina aborî, qaçaxiya narkotîkê berdewam kirin. JI ber wê, Xelkê Rûmetê pê dihesin ku divê şoreşê li dijî rêgeza rejîmê berdewam bikin. ew bê rawestan, hewl didin vê rûmetê vegerînin, rêbazên tengavkirinê red û kontrolkirina jiyana wan red dikin. Ev xwepêşandan îşaret pê dike ku rewşên nebaş, tê wateya, lidarxistina serhildanên dîtir ku bedbînî û bêhêviyê rave dikin.

Li ser asta siyasî, di 2022`yan de gelek civînên Komîteya Destûrî û Astanayê li dar ketin, lê bi bin ketin. Bi nêrîna we sedemên vê binkeftinê çi ne? Bandora wê li ser hewldanên bidawîkirina aloziya Sûriyê çi ne?

Civînên komîteya destûrî bê bandor bûn. Tenê derbaskirina demê bû, tengavkirina opozîsyonê û jidestdana firsendan bû. Piştre şerê Ukrayna û Rûsya dest pê kir ku derfeta berdewamkirina van civînan bi dawî kir. Nexasim cezayên ku li şandeyên rûsî hatin ferzkirin. Yanî ev civîn rawestiyan heke dewam bikirina jî, bê feyda bûn ji ber ku tenê mîna civînên turizmê ya şandeyan bû beyî ku tu destkeftiyekê bi dest bixin. Her wiha îsbat kirin ku Rûsya ev civîn kontrol kirine ku êdî bi veguhastina navenda wê difikir, ji Cinevê bibe cihek din.

Aloziya Sûriyê bi civînên komîteya destûrî bi dawî nabe, her çiqas ku aliyên wê xuya bikin ku ew kaxiza herî dawî ya naskirina navneteweyî ya çareseriyê ye. Ragihandina Tirkiyê ku bi rejîma El Esed re lihev were, diyar dike ku xeta çareseriyê bi desteka Astanayê hate guhertin.

Çareserî tenê bi rêya biryarên NY, Meclisa Ewlehiyê, biryara 2254’an û xeta Cinevê ku Amerîka û dewletên Ewropayê desteka wê dikin, dibe biryar. Ji ber wê, encamên wê bi bûyerên li Ukraynayê ve girêdayî ne. Her wiha aloziya Sûriyê, li benda encamên vê nakokiyê ye yan jî di bin bandora guhertinên siyaseta Tirkiyê yên girêdayî Astanayê de ye.

Di 2022`yan de, behsa nêzîkbûnê di navbera Şam û dewleta Tirk de hat kirin. Gelo çi bû sedem ku ev pêşketin çêbe? Hûn çawa vê lihevhatinê dinirxînin? Bi nêrîna we armanc jê çi ye?

Tirkiyê ji vê lihevhatinê armanc dike di hilbijartinan de bi ser bikeve. Sûriye yek ji mijarên binakok ên di navbera aliyên Tirkiyê de ye. Ev lihevhatin, piştî ku gefa Tirkiyê ya êrişkirina bakurê Sûriyê bi bin ket, hate ragihandin. Lûtkeya Tehranê destûr neda vê operasyonê, lê piştre diyalog di navbera Pûtîn û Erdogan de çêbûn ku piştre Erdogan ragihand ku dê bi Şamê re li hev were.

ev siyaseta nû ku bandora Astanayê li ser heye, diyar e ku sûriyên li bakur rojavayê Sûriyê pê ne razî ne. Heta ku gelek kom ew red kirin. Ji ber wê guhertinên bingehîn di nav van koman de çêbû. Gef lê hatin xwarin û heta Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam) mudexele kir û fişar li wan kir û ew bêdeng kirin.

Ji ber van guhertinan û ji ber zêdebûna hestên dijminane li hember penaberan li Tirkiyê, El Esed bi çavê Erdogan ji terorîst bû şirîk lihevhatineke nêz. Lê armanca yekane ya Tirkiyê ji vê lihevhatinê, li hember projeya serkeftî ya li bakurê Sûriyê bisekine ku Tirkiyê wê bi terorê bi nav dike. Berjewendiya Tirkiyê û rejîmê yek e ku vê projeyê tune bikin.

Encamên vê lihevhatinê, bi yên ku bakurê Sûriyê kontrol dikin ve girêdayî ne. Tirkiya bi hiceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, dixwaze lihevkirina Endeneyê pêş bixe û heta 30 kîlometreyan derbasî nav axa Sûriyê bibe da ku mîna îdia dike her hêzeke leşkerî ya li dijî ewlehiya wê ji sînorên xwe dûr bixe. Lê ev hicet ji rastiyê dûr in. Lê belê timayên osmaniya nû û firehbûna wê bi navê şerê terorê eşkere dike. Ev jî li pêşiya lihevhatina bi rejîma Şamê re asteng dike. Divê em berjewendiyên hegemoya Rûsya, Amerîka û Îranê û hevrikiya wan li ser axa Sûriyê ji bîr nekin. Her wiha mijara vegera penaberan heye ku li ser bingeha guhertina demografîk vegerin herêmên ne yên xwe. Ev dê rê li pêşiya pevçûnên ku ranawestin û nakokiyeke din veke.

Tirkiyê bi rêya lihevhatina bi Erebistana Siûdî, Misir re dixwaze di hilbijartinan de bi ser keve. Her wiha sûdê ji rewşa rûsî li Ukraynayê bigire ku her ku diçe xwe dispêre Tirkiyê. Her wiha encamên helwesta hevalbendên rojavayî û Amerîka ji vê lihevkirinî ne diyar in. Lê encamên wê dê li ser sûriyan trajedîk bin. Divê ev mijar baş were nirxandin.

Li rex van geşedanan, serenava sereke ya dosyaa Sûriyê aloziya aborî û jiyanî ye ku sûrî westandin. Gelek kes li hev dikin ku binyada aloziya aborî, siyasî ye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Bi nêrîna we ger Şam û Rêveberiya Xweser li hev kir, gelo dê ev azar kêm bibin? Hûn derfeta pêkhatina lihevkirineke wiha çawa dinirxînin?

Şer hem dewletê û hem sûrî westand. Her wiha li ber hilweşandineke aborî ya trajedîk e. nîvê sûriyan bi birçîbûnê re rû bi rû ne. sedemên wê jî berdewam in. Hikumet û rejîmê ji bo ku ev trajedî bidawî bibe, serhişkiyê dike. Çareseriyên heyî bê encam in ji ber ku ne cidî ne. Ji wê zêdetir aloziyên welatiyan zêdetir dike ku baçan li wan ferz dike, nirxên kelûpelan bihatir dike. tevî ku miqdareke zêde ya hin madeyên heye jî lê ji bo hêzên çete û mêtina xwîna welatiyan bi kar tîne.

Mafya tenê bi ser ketiye û xelk dimire. Ji ber wê beyî lihevkirineke herêmî û navneteweyî ku çareseriyeke siyasî li sûriyê pêk tîne û Sûriyê dike cihê îstîsmaran û ji welêt re berhemên wê vedigerîne, cezayan li ser radike, alozî bi dawî nabe. Lê bi hebûna rejîmeke wiha ku li gorî armancên çareseriyê tev nagere, ne gengaz e behsa vê were kirin. Ji ber ku ev rejîm her tim sûdê ji aloziyan digire û naxwaze çareserî pêk werin ku hemû aliyên sûrî razî jê razî bin.

Ji ber wê her lihevkirinek bi Rêveberiya Xweser re, ne hêmaneke xilaskirinê ye ji ber ku tiştekî pêşkêş nake ku hevkariyê bi ser bixe. Rejîm dixwaze bê berdêl herêmên Sûriyê vegerîne bin kontrol xwe. Her wiha ji ber ku her lihevkirinek hêz û hegemoya wê ya beriya 2011`an venagerîne. Ji ber wê, niha welêt parçe parçe difiroşe dostên xwe ji bo ku li ser kursiyê bimîne. Ev dost jî niha nakokiyê bi kar tînin mîna Rûsya û Îran. Rejîm jî li dijî hemû hewldanên lihevhatinê disekine yanî ew li dijî her çareseriyeke siyasî ye.

Îsal dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kirin. Her wiha gef xwar ku di aliyê bejahî de destwerdanê bike, gelo hûn vê mijarê çawa dinirxînin? Li gel wê pêvajoya bê dê çawa be?

Rêveberiya li Tirkiyê, ji dema dagirkirina Bab û Cerablusê û Efrînê, daye ber çavê xwe ku hedefgirtina Rêveberiya Xweser bi hiceta terorê û girêdana wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve bidomîne. Ji bo pêkanîna vê hedefgirtinê plan danîn, bi rêya kiryarên ji nişkê va, dek û dolabên îstîxbaratî di demên diyar de, da ku piştgiriya navneteweyî û herêmî bi dest bixe, mîna teqîna Taksîmê.

Hemû planên ji bo dagirkirina herêmê yan jî guhertina demografiyê, encamên lihevkirina Astanayê ne. helwesta Tirkiyê gûrtir bû heta gihaşt wê astê ku hebûna amerîkî li herêmê bixe rojeva çapemeniyê. Tevgerên provokatîv, rêbazên Tirkiyê ye ku armancên xwe pêk bîne û li ser pêla hevrikiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de li herêmê bilîze. Ev rêbaza wê ye û bûyer li gorî berjewendiyên wê ye. Ji ber ku pêwîstiya her duyan pê heye.

Gef û topbarankirin, bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye û heta rewşa hilbijartinan diyar nebe û Erdogan bi ser neveke ev êriş dê berdwam bikin. Lê li gorî daneyan, serketina Erdogan dijwar e û necamên wê li ser wî mezin in. Heke herêmên din dagir bike, wê êş û koçberkirineke din çê bibe. Ji bo hilbijêrên Tirk, tu sedemên rewa yên vê operasyonê tune ne. Heke herêmên din dagir bike, wê artêşa Tirk bi aloziyekê re rû bi rû bimîne Ji ber ku êdî di nava axa Sûriyê de ye û ji mafê sûriyan e ku li ber xwe bidin. Erdogan û ne jî partiya wî nikarin encamên vê operasyonê û cenazeyên leşkerên Tirk tehemul bikin. Şer dê lihevkirina libendemayî ya bi El Esed re ji holê rake. Ji ber wê, beriya lidarxistina mîna vê operasyonê, fikirandin gerek e. Ji ber ku ev rê tijî astengî ne dû dibe encamên vê operasyonê ne bi dilê Erdogan bin.

Gelo di sala bê de îhtîmal heye pêşketineke balkêş di doza Sûriyê de çêbe?

Berdewamkirina aloziya aborî ya tengav, dê guhertinekê di nava alîgirên rejîmê de çêke û fişarê li siyasetên wê bike. Dibe ji însiyatîfa Tirkiyê re ku dergeh vebibin, vekirî be. Ev însiyatîf beşek ji hevkariyê ye ku encama civînên îstîxbaratî yên bi navbeynkariya Rûsya ye ku dê bi xwe re lihevhatinê xurttir bike.

Opozîsyona li Stenbolê, dibe ku li dû gavên Tirkiyê be û barên xwe hilde ser serkeftina vê lihevhatinê yan jî parçe bibe û di rêyekê de dûrî xeta Enqereyê biçe û bi awayekî beşî bi hev re xeteke din çêke ku Cinev ji Astanayê guncewtir dibîne. Lê pêwîstiya vê gavê bi însiyatîfeke lihevhatinê di navbera aliyên opozîsyonê de heye di nav de MSD. Her wiha li ser makenîzmeyên ku xeta nû dike yek û bi desteke navneteweyî ya nû li hev bikin. Dibe ku biryareke navneteweyî ya piştvanê çareseriyê li ser bingeha çalakirina biryara 2254 be.

Li aliyekî din, zêdebûna hebûna Amerîka li Tinefê, li rojhilatê Firatê û xurtkirina baregehan, îşaret bi girîngiya xeta Rêveberiya Xweser û desteka domar a ji QSD`ê re dike. Ev dûreyeke din a hevbeşiya siyasî di çareseriyê de û destpêkirina mekanîzmên xebatê di vî alî de nîşan dide. MSD`ê dikare tê de bibe şirîkeke siyasî, Rêveberiya Xweser dikare bibe wêneya çareseriyê di rêveberiyên nenavendî de li ser asta herêmên Sûriyê yên ne di bin kontrola rejîmê de. Pê re aliyeke bihêz li gorî xeta çareseriya navneteweyî ava bibe da ku danûstandinê bike.

Dibe di sala bê de, bi rêbazeke nû kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û navendên ragirtina çeteyên DAIŞ`ê werin birêvebirin. Heta ku li ser îstîqrara herêmê nebin gef û doz vebin yan jî endamên biyanî vegerin welatên xwe. Em dikarin bêjin ku biryara amerîkî ya îstîsmarkirinê li bakurê Sûriyê alternatîfê lihevhatina bi Tirkiyê re ye. Ev jî, nirxandineke baş dixwaze. Her wiha divê aliyên nakokiyê, hêzên sûrî yên hevrik, çi yên bi Tirkiyê re û yên bi dewletên bi bandor re li hev bikin. Dibe ku ev dewlet li xeta sînor li bakurê Sûriyê navbeynkariyê bikin. Hemû îhtîmal hene lê nîşaneyên rêbaza sekna li hember guhertinên sala bê ne.  

Di çarçoveya nêrîna we ya çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina azarên mirovî û jiyanî yên sûriyan de, peyama we ji gelê Sûriyê, hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî bi taybet Rûsya û Amerîkayê re çi ye?

Divê em hemû hewl bidin çareseriyeke nû li gel binkeftina hemû civînan peyda bikin. Divê em xwe ji dubarekirina xeta Îtîlafê dûr bixin ku ji armancên serhildana gel û şoreşa Sûriyê dûr ket. Divê em li xetekê binêrin ku beşdariyeke balkêş çêkir û rêyek li hember nakokiyan xêz kir, rêyeke sêyemîn di çarçoveya perspektîfên MSD û astengiyên li pêşiya QSD`ê û sekna wan li hember dijminên rastîn de, bi ser xist û her wiha li gorî têgîna rêveberiyên nenavendî li herêmên Sûriyê, Rêveberiya Xweser ava kir.

Çûyîna nîvê rêya di navbera hêzan de xwe dispêre sûdgirtina ji dersên nakokiyê û encamên wê yên binkeftî û destpêkirina danûstandina di navbera hêzên siyasî û komên leşkerî de ku însiyatîfa çareseriyê û aştiyê ragihînin ku kêmasiyên berê dubare nake, ji daîreya tawanbaweriya derew û xîtabên nerast derdikeve. Dema ragihandina însiyatîfekê bi tevlêbûna hemû aliyan bê îstîsna li ser bingeha çareseriya rast û aştiyê, bê nirxandin ber bi pêş ve direve.

Dibe ku tişta em dibêjn hêvî be. Lê rêbazeke fişarê li ser rejîma li Şamê ye. Çareseriya siyasî bi rêya biryara 2254, pêwîst dike ku rejîm gavan ber bi çalakkirina danûstandinan bavêje ku encaman bi xwe re bîne. Ne ku demê wisa vala xerc bike ku di dawiyê de welêt bifroşe alîgirên xwe û bi binkeftina dewleta Sûriyê bi dawî dibe ku niha di rêya binkeftinê de ye.

Hêzên navneteweyî dikarin derfetên çareseriyê bibînin ku ji Sûriyê dest pê bike. Ev yek wê bikeve xizmeta hemûyan. Ruxmî kûrbûna aloziya Ukraynayê ku bandorên wekî din bi xwe re anîn, lê kiryarên şikenandina hestî di navbera hêzên bi nakok de di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de kêm e dibe ku rê li ber fikirandinekê veke ku nakokiya herdemî bi dawî bike.

(şx)

ANHA