​​​​​​​Enmar El Dirûbî: Erdogan siyasetmedarê herî xeternak ê li Rojhilata Navîn e

Reportaj Summay

​​​​​​​Enmar El Dirûbî: Erdogan siyasetmedarê herî xeternak ê li Rojhilata Navîn e
27 kanûn 2022   00:44

Nivîskar û mamosteyê zanistên siyasî Enmar Nîzar El Dirûbî got serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan siyasetmedarê herî xeternak ê li Rojhilata Navîn e. El Dirûbî ji bo qedandina xetereya çeteyên DAIŞʹê gelek çareserî pêşkêş kirin.

Enmar El Dirûbî bi awayekî dirêj li ser xwezaya îdeolojiya çeteyên DAIŞ′ê û rêxistinên cîhadîst ên beriya wan axivî û bal kişand ser desteka dewleta Tirk ji komên tundraw re, ji Îxwana El Muslimîn bigire heta bi Cebhet El Nusra û DAIŞ′ê.

Her wiha El Dirûbî berxwedana Hêzên Sûriya Demokratk (QSD) pîroz kir û di hevpyevîna li gel ajansa me de gelek pêşniyar ji bo têkbirîna dawîn a çeteyên DAIŞ′ê û rêxistinên cîhadîst kirin.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Gelo xetereya DAIŞ′ê li ser herêm û cîhanê bi giştî çi ye?

Beriya em li ser xetereya rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst biaxivin, divê em balê bikişînin ser binesaziya îdeolojîk a rêxistinê û tê diyarkirin ku dibe ev diyarde ne demkî be û bi sedemên wê re têk diçe. Lê dê bi me re bimînin, ji ber ku nîşaneya tevgereke îdeolojîk a bi navê ‘tevgera xîlafetê’ ye. Mebesta vê yekê ew e ku hebûna kom, tevger û rêxistinan ji mijara xîlafeta îdeolojiyekê digirin û girîngiyê didinê. Ji ber ku xîlafet mijareke di angaşta îslamîstan de maye û ne pêkan e were guhartin, ruxmî ku gelek rêxistin, tevger û partiyên îslamî hene ku bi awayekî fikrî û zanistî dev ji xîlafetê di aliyên dîrokî û olî de berdaye.

Dema xîtaba îdeolojîk a DAIŞ′ê were şîrovekirin, tê dîtin ku rola El Zerqawî di danîna dendikên yekemîn ên DAIŞ′ê de, di aliyên îdeolojîk û fikrî de, girîng bû. Xîtabên DAIŞ′ê xwe spartinê fikrên Ebî El Ela El Mewdûdî, Seyyîd Qutub û hwd ên selefî yên cîhadîst. Ew jî hakimiyet, cahilî, tekfîrî û cîhadîst bûn. Ji lew re rêxistina DAIŞ′ê bingehên teorîk û dîrokî yên damezirînerên van têgehan dişopîne, ji nivîsên Mewdûdî, Seyyîd Qutub, Salih Siriye, Cîhan El Etîbî, Mihemed Ebduselam Ferec bigire heta bi nivîsên Ebî Ebdullah El Muhacir.

Di aliyê îdeolojîk de DAIŞ xwe dispêre cîhada global, tevî ku dagmaya xwe datîne ser qonaxeke nû ya pêşketinê yan jî veguherîna di fikrê îdeolojîk ya yek de. Serçete Ebû Bekir El Bexdadî ne tenê mîrasa xwînrêj ji Ebî Meseb El Zerqawî girtiye, lê belê li gorî metoda Usama bîn Ladîn, fikrên wî û fikrên cîhadîst girtine. Bi wê re bêyî hevrikekî bû serçeteyê tevgera cîhadê a global. Lê ji ber ku tevgera cîhadê ya global ji 50 salî ve xwedî fikir, çarçoveyeke lêvegerî, îdeolog, bi hezaran şopdar û xwekuj hene, xetereya vê rêxistinê di vir de ye. Vê rewşê jêderek ji bo dilxwazên nû çêkir. Di encamê de rêxistinê karî xwedî li vê enerjiya hilberînê derkeve. Têgihên kevn dubare dike û bi formeke nû yan jî rêbazeke şoreşgerî pêşkêş dike. Rêxistinê xîtaba xwe ya îdeolojîk a olî bi awayekî bandorker bi kar anî. DAIŞ′ê gelek ayetên Quranê û hedîs şîrove kirin û hin şahideyên dîrokî yên Xulafayên Raşidîn, eshabe û selefî bi kar anîn.

Hûn berxwedana QSD′ê ya li dijî DAIŞ′ê çawa dinirxînin?

Bê guman berxwedana ku QSD′ê li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst pêk aniye û pêk tîne bûyereke mezin bû ku komên şoreşger li Kobanê bi nûnertiya jinên sûrî û mêrên sûrî pêşkêş kirin. Heta şêxê ku ev rêxistina terorîst red kiriye jî berxwedaneke mezin e û ji tevgerên rizgariyê yên li cîhanê ne cudatir e.

Çima dewleta Tirk a dagirker destekê dide çeteyên DAIŞ′ê?

Qaşo yê bi navê Sultanê Îxwan El Muslimîn (Erdogan) xeternaktirîn şeytanê siyasî li herêma Rojhilata Navîn bi ebaya olê ye. Tu kiryareke şeytanî yanî karekî krîmîlazekirinê û terorîst nema Erdogan nekir û bi hemû hêza xwe destek da DAIŞ′ê. Karesata mezin ew e ku Erdogan ji aliyê olê ve van sûcan rewa dike.

Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî û binesazî, girtîgehên çeteyên DAIŞ′ê, kampên tê de malbatên wan hene û hêzên parastina kampan dikin, kirin armanc. Armanca wan êrişan çi ye?

Dema AKP di 2002′yan de hate ser desthilatê, lêvegereke giştî ya siyaseta derve ya dewleta Tirk a ku xwe dipêre sûdgirtina ji stratejiya Tirkiyê, firehkirin û lêgerîna li serweriya herêmî li herêma erebî pêk anî. Her wiha armanc û timayên Îranê jî li welatê Ereban hebûn. Dewleta Tirk jî xwedî hêmanên ku pişta xwe didiyê ku di aliyê herêmî de serwer be û geş be. Têkildarî guhartinên siyasî yên di rejîma herêmî ya erebî de, dewleta Tirk jî hewl da dan û standinê bi van guhartinan re li gorî 2 îdeolojiyan bike. Ya yekemîn; îdeolojiya îslamî û desteka ji koma Îxwan El Muslimîn re li herêmê û ya duyemîn jî îdeolojiya neteweperestî ye ku destekê bide neteweya Tirk. Lê bingeha siyaseta dewleta Tirk ew e ku ji çarçoveya hevrikiya bi Îranê re ku hêza herêmî ye, dernekeve.

Bi destpêkirina xwepêşandanên Bihara Erebî di 2011′an de, dewleta Tirk li gorî hevsengiyên berjewendiyên xwe û derfeta bandorkirinê destwerdan li serhildanan kir. Di aliyê siyasî de bi rêya desteka leşkerî û lojîstîk ji tevgera îslama radîkal re destwerdan kir. Ya herî girîng jî dema destek da Partiya Nehde ya li Tunisê ku ew partî şaxê herî mezin ê koma Îxwan El Muslimîn a li Tunisê ye, her wiha destek da koma Îxwan El Muslimîn a li Misirê.

Lê planên dewleta Tirk, piştî binkeftina Îxwan El Muslimîn di desthilatê de li Misirê, têk çûn û Erdogan nikarî rêxistina Îxwan El Mujslimîn ji nû ve bikira hêza nû ya cîhana îslamî kontrol bike. Ji bo ku valahiya Îxwana El Muslimîn a li Misirê li şûna xwe hiştiye, dagire rê li pêş cîhada Îslamî vekir.

Têkildarî doza rêxistina DAIŞ′ê, dewleta Tirk sînorên xwe ji van terorên biyanî yên ji tevahî dewletên cîhanê ji bo derbasî Sûriyê û Iraqê bin vekirin, heta terorîstan Tirkiye wek deriyê cîhadê bi nav dikir.

Dewleta Tirk di aliyên leşkerî, çek, lojîstîk, darayî û xizmetguzariyê tibî de destek da van komên terorîst û li ser xaka xwe perwerde kirin.

Pêwîstî bi çi heye heta ev xetereya DAIŞ′ê were têkbirin ku di vê dawiyê de çalak dibe?

Mijara DAIŞ′ê ji bo çapemeniyê xwedî girîngiyek e, ji ber ku girêdayî rewşa cîhan dijî ye, bi taybet di aliyê ewlehî û îstîqrarê de.

Mijara hatiye nîqaşkirin ew e ku divê lêkolîner sedemên rasteqîn ên hiştine civakên cîhanê bi sedema diyardeya tundiya terorê vê rewşê bijîn nîqaş bikin. Ev diyarde ku aliyên navneteweyî, herêmî, dewlet, saziyên wê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwedî berpirs in. Li gorî wê yek komek pêşniyar hene;

1. Pêdivî bi lêkolînên zêde li ser mijara qutkirina di navbera fikrê olî û pransîbên ola Îslamê de hene, her wiha pêwîst bi veqetandina di navbera lêvegereke îdeolojîk xwedî mohreke sabît û kiriyara siyasî ku çarçoveyeke guherîner wê kontrol dike de, heye.

2. Fikrê îslama siyasî û DAIŞ′ê helwestên neyênî ku ji dewlet, desthilatê û civakê girtine îsbat kir û ne li gorî bingehên fikrê yên hêmanên teorîk ên zagûnên îslamê ne. Xîtaba DAIŞ′ê ya tundraw hevrikiya siyasî veguherand şerê hebûna olî. Li gorî wan ji bo îslamê serkeftinek e û têkçûyîna wan li pêş dijminên îslamê zirarek e. Ji lew re divê ev di nava van fikre û pransîbên ola îslamê de werin cudakirin.

3. Çareserkirina pirsgirêka DAIŞ′ê bi xwespartina li altarnatîfên klasîk ên ji cewherê wê bi dûr nakeve ne pêkan e. Lê belê bi xwendina rexneyî ya metn û helwestên DAIŞ′ê bi rêya nêzîkatiyên zanîstî û yên nûjen di şerê li dijî hincet û lêvegerên klaîsk ên DAIŞ′ê xwe dispêrê de pêkan e. Li hember wê yekê divê tevgerên sivîl bi girseyên gel re çalak bin û çandeke sivîl ya altarnatîf pêşkêş bikin.

4. Ji ber çapemenî bû yek ji bihêztirîn alavên gihandinê yên serdemê û her wiha rola ragihandinê di şîrovekirina dozan û pêşkêşkirina ji raya giştî re girîng e, divê dezgehên çapemeniyê bi zelalî bi van kiryarên terorane re bidin û bistînin. Anku divê çareyên guncaw û pêşniyaran ji bo çareserkirina vê diyardeyê re bibînin. Ne tenê vê diyardeyê bişopînin an jî li gorî berjewendiyên xwe polîtîze bikin.

5. Dibe ku komên tundraw, di serî de DAIŞ′ê beşek ji ciwanan ber xwe bikişînin. Nezaniya wan ya olê bi kar bînin û azarên wan ên li ser nasname, etnîk û netewebûnê û hêrsa wan a li hember zulmê jî bi kar bînin. Her wiha DAIŞ dibistan, zanîngeh, mizgeft û dibisanên olî ji bo belavkirina peyamên xwe bi kar tînin. Ji ber vê yekê, divê sîstemên siyasî yên li dewletên Ereb hewayeke guncaw a siyasî û fikrî ji ciwanên ku bi fikrên DAIŞ′ê bandor bûne re pêşkêş bikin, ji ber ciwan pêşeroja civakan e.

6. Ji bo temamkirian benda navborî, divê rola malbatê were aktîfkirin, da ku bi erkên xwe li hember zanakirin û hişyarkirina zarokên xwe rabin û ji tundiyê bi dûr bikevin û girîngiyê bidin reftar û têkilî û diyaloga bi zarokên xwe re.

7. Tora înternetê ji teror û tundrawan re gelek platformên cur bi cur ên belavkirina çanda tundiyê û propagandaya fikrên xwe peyda kir. Ji lew re divê dewleta stratejîk hemleyên çapemenî û hişyariyê yên belavkirina çanda lêborîn û jiyana hevbeş bi rêxistin bikin û divê xîtaba olî di dezgehên çapemeniyê de werin şopandin, her wiha dezgehên çapemeniyê, pirtûkên xwendinê û jêderên di saziyên perwerdê de werin kontrolkirin.

(fr)

ANHA