ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2022`YAN
29 kanûn, 2022   23:00

Bi beşdariya gelek hunermendan, bi boneya censa sersalê şahiyek li Navenda çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar dikeve saet di 16:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Kampa Holê da zanîn ku li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ku di çi kêliyê de be kamp ji bin kontrolê derkeve û dê bi xwe re karesateke mirovî li tevahî bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê bang li CPT’ê kir ku der barê rewşa rêber Ocalan agahiyan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca ewlehiya herêmê tevlihev bike û DAIŞ′ê zindî bike êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hesen Koçer hişyarî da ku hikumeta Şamê bi lihevkirina bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî Rêveberiya Xweser, şaştiyeke dîrokî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Beşa Kar û Barên Mizgeftan a bajarê Hesekê destnîşan kir ku veguherandina goristana şehîdan a Serêkaniyê bo navendeke leşkerî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li dijî şerîeta îslamê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên Kurd diyar kir ku li her derê çalakvanên Kurd ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin û bang li hikumeta Fransayê kir helwesta xwe li hemberî gelê Kurd zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar teqezî bi pêwîstiya dîtina çareseriyeke nû ji aloziya Sûriyê re kir, her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku helwesta xwe ya li hember aloziyê biguherîne û diyalogê bi Rêveberiya Xweser re dest pê bike da ku aloziya Sûriyê bi dawî dike. (BI WÊNE)

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tunekirina gerîlayan, gel bêdeng bike û hêza wî têk bibe. Mûsa anî ziman ku gerîla berxwedaneke lehengan e didin raberkirin û Rêveberiya Xwerser ji wê berxwedanê sûd werdigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ji ser bêhtirî milyon û nîv milyon welatiyên Kantona Hesekê ji meha Tebaxa borî ve qut kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêvî dikin sala nû bibe sala bidawîkirina şer, vegera wan a li warê xwe û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA