Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kir.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
29 kanûn, 2022   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Rêber Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Ev du sal in bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carnan jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinê vî cezayî dikin hincet.

Herî dawîn piştî ku qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re ku di 13’ê Nîsanê de hatibû dayîn di 18’ê Cotmehê de qediya, hate hînbûn ku ev qedexe 6 mehên din jî bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.

Piştî ku Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê fikarên li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan zêde bûn. CPT’ê di daxuyaniya xwe ya di 3’ê Cotmehê diyar kiribû ku ew serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî kirin e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku wan bihîstine ku CPT’ê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye û ew rewş fikarên wan zêdetir kiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de daxuyanî dabû û gotibû, “Me bihîst ku di Îlona 2022’an de dema CPT çû Girava Îmraliyê rêber Ocalan tev li hevdîtinê nebûye.ʹʹ