Eşîrên Reqa: DAIŞ′ê bi desteka ajandeyên derve êriş kir

Rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku êrişa dawî ya DAIŞ’ê li ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn û girtîgehek girtiyên çete bi piştgiriya ajandayên derve pêk hat û got: "Êrişên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmê bi armanca jinûve zindîkirina DAIŞ′ê ne."

Eşîrên Reqa: DAIŞ′ê bi desteka ajandeyên derve êriş kir
29 kanûn, 2022   01:49
REQA

Duşema borî şaneyên çeteyên DAIŞ′ê êrişî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn û girtîgeha girtiyên çeteyan a li bakurê rojavayê Reqayê kir. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê da, 3 çete girtin û hin jî kuştin.

Têkildarî êrişê, şêxê eşîra El Cebat li Reqayê Telal El-Sîbat wiha got: "Me di oxira parastina bajarê xwe û jiyana biewle gelek welatiyên xwe da."

El-Sîbat wiha domand: "Di demekê de em û hêzên me yên leşkerî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijûl bûn, şaneyeke çeteyên DAIŞ′ê êrişî bajarê me kir."

El-Sîbat wiha pê de çû: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêş şaneyên DAIŞ′ê derfet vekir û alîkariya wê di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir."

El-Sibat da zanîn ku ew amade ne parastina xaka xwe bikin û sûcên qirêj ên hin kesên xwe bi çend dolaran firotine li pêş wan nabin asteng û ev tişt anî ziman: "Em bang li şêniyan jî dikin hişyar bin û pabendî biryara qedexeya derketinê bin."

Şêxê eşîra El Xanim El Zahêr Mistefa El Ebdî got: "Ajandayên derve hewl didin ku ewlekarî û aramiya herêmê têk bibin û dewleta Tirk jî hewl dide DAIŞê ji nû ve li herêmên  ku bi saya fedekariya şehîdên me hatin rizgarkirin zindî bike."

Mistefa El Ebdî wiha domand: “Hêzên me yên ewlehiyê ji bo lêgerîna şaneyên veşartî di her kêliyekê de amade ne û li ser vê bingehê em bang li rêxistinên mirovî, mafên mirovan û dewletên aktîf dikin ku destwerdanê bikin ku êriş û gefên dewleta Tirk bi dawî bikin."

Mistefa El Ebdî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em şêx û rûspiyên eşîran amade ne bi zarokên xwe parastina vê xakê heta serkeftinê bikin."

ANHA