Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiya “El Behce” da destpêkirin

Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê di bin dûreşmeya "Serê salê binê salê, xwedê biparêze vê malê" li bajarê Kobanê çalakiya “El Behce” da destpêkirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiya “El Behce” da destpêkirin
28 kanûn, 2022   13:19
KOBANÊ

Çalakiyê ji navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê dest pê kir. Du endaman cil û bergên gelêrî yên Kurdî li xwe kirin, li kolan û kûçeyên bajarê Kobanê re geriyan. Şêniyên bajêr jî bi lêdana daholê eleqeyek mezin nîşanî çalakî da.

Piştre serdana saziyên Rêveberiya Xweser hat kirin.

Tê payîn ku çalakî 3 rojan dewam bike, wê endamên tevgerê serdana hemû navçe û bajarokên Kobanê bikin.

Sibe jî dê sardana malên şêniyên bajarê Kobanê bê kirin û hêviyên saleke nû ya xweş bên kirin û şêranî û diyarî li zarokan bên belavkirin.

ANHA