Li dijî Komkujiya Duyem a Parîsê bertek dewam in

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û got sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê wijdana cîhanê nelivand, bi wê re sûcên xwe dewam dike û li Parîsê komkujiyeke din pêk anî.

Li dijî Komkujiya Duyem a Parîsê bertek dewam in
28 kanûn, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî Komkujiya Duyem a Parîsê bertekên gel û jian li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam in, bi wê re rêxistinên jinan rêzedaxuyaniyên cuda dan.

HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ermenî li pêş avahiya Meclisa Civaka Ermenî ya li taxa Mişêrfê ya li rojhilatê Hesekê daxuyaniyek têkildarî şermezarkirina Komkujiya Duyem a Parîsê da.

Endama yekitiyê Maral Rayson daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de sûcên lı dıji gelê Kurd ku hemû qanûnên navneteweyî bin pê kirine, hatin şermezarkirin, herî dawî jî li Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurdî komkujiyek pêk hat.

Ev êrişa çekdarî ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, ne ya yekemîn li dijî gelê Kurd e, lê belê mîna vê di 2013′yan de dîsa komkujî pêk hat. Îro hemû cîhanê şahidê kiryarên derexlaqî û dermirovî yên li dijî hemû gelan e.

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Fransayê, YE û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku li hember van komkujiyên li dijî gelê Kurd, bi taybet li dijî jinan bê deng nemînin.

MINBIC

Her wiha Nivîsgeha Jinan a Olî ya li Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Endama nivîsgehê Werde Henîfî bi beşdariya endamên nivîsgehê, Mala Jinan a Minbicê, nûnerên ji partiyên siyasî li dibistana şerî ya li rojavayê bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin heta kengî wê mirovahî ewqas erzan be û heta kengî wê li dijî gelan sûc pêk werein û civata navneteweyî bê deng be.

TEBQA

Bi dehan jin û endamên Kombûna Jinan a Zenbûiya li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Tebqayê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bin. Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kombûnê Nesrîn El Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin di demekê de gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe tê dikoşe da ku rêça gelên winda û bindest ronî bike, hin kes hene hewl didin vê rêyê asteng bikin û li pêş wan bibirin.

Herî dawî jî li dijî Navenda Çanda Kurdî ya li Parîsê komkujiyek pêk hat. Ev komkujî li hember bêdengiya navneteweyî gelê Kurd kir armanc.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de êriş bi tundî şermezar kirin û bang li hikumeta Fransayê û dadgeha sûcê ya navneteweyî kir ku lêpirsîneke zelal veke û kesên li pey sûcdar eşkere bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zcjPr_Hae20" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fIwQoa4f9Sc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>