Kesayeta welatparêz Seîd Wadî Şakir wefat kir

Kesayeta welatparêz û bavê 3 şehîdan, Seîd Wadî Şakir ê ji Hesekê ku nexweşê dil bû, wefat kir.

Kesayeta welatparêz Seîd Wadî Şakir wefat kir
28 kanûn, 2022   13:24
HESEKÊ

Kesayeta welatparêz Seîd Wadî Şakir (67) ê ku nexweşiya dil 10 salan kişand, wefat kir.

Şakir ji gundê Efrît ê Dirbêsiyê û bavê 6 zarokan e.

Şakir ji kesayetên welatparêz ên navdar li Hesekê ye û têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê di salên 1980′î de nas kir û jiyana xwe xist xizmetî doza welatê xwe.

Li Hesekê karê cebhewî kir, hezkirina welat û parastina wî fêrî zarokên xwe kir.

Seîd Wadî Şakir bavê 3 şehîdên YPG′ê ye, du ji wan li gundê Ebû Fas ê Şedadê di dema rizgarkirina wê ya 2016′an de şehîd bûbûn; Idrîs û Şahîn û Mihemed jî piştî nexweşiya du mehan şehîd bû.

Şakir li goristana gundê Sorsorkê yê Dirbêsiyê ya Hesekê hate veşartin.

(fr)

ANHA