Malbatên şehîdan bêdengiya OPCW’ê şermezar kir

Li Kobanê, Şehba û Qamişloyê malbatên şehîdên êrişên komîyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Malbatên şehîdan bêdengiya OPCW’ê şermezar kir
28 kanûn, 2022   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Kobanê, Şehba û Qamişloyê bi daxuyaniyên cuda şehîdên êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li hemberî êrişan şermezar kir.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle hat xwendin.

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Meclisa Malbatên Șehîdan a Herêma Firatê 11 hevalên gerîla yên ku li çiyayên Kurdistanê li Zapê șehîd ketine, bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ra dixwazin. Ev ne cara yekemîn e ku zarokên me, ewladên vî gelî bi çekên kîmyewî șehîd dikevin. Bi sedan caran hikumeta Erdogan û hevkarên wî zarokên me bi çekên kîmyewî șehîd xistin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi bêdengiya OPCW’yê hate kirin ku bi pêşîgirtina li sûcên bi çekên kîmyewî erkdar e û ev bêdengî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel bêdengiya cîhanê jî wê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin, li ser şopa şehîdan li ber xwe bidin û hate gotin: "Em çi qasî biêşin jî, em çi qasî bi keder jî bin em ê rêya zarokên xwe bişopînin.”

Di daxuyaniyê de her wiha qurbaniyên komkujiyên li Parîs, Reqa û Roboskiyê hatin bibîranîn.

QAMIŞLO

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan kom bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin û şehîdên êrişî hatin bi bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a qirker li hember berxwedan û têkoşîna gerîlayan nekarî serkeftinan bi dest bixe, ji ber vê yekê çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha hat domandin:“Em ji dewleta Tirk re dibêjin tu yê tu caran nikaribe vîna gelê Kurd bişkîne. Gerîlayên ku bi felsefeya Rêber Apo xwe ava kirine û berxwedanê bi wî awayî didin meşandin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de banga xwedîderktina li gerîlayan hat kirin "Em li vir wek pêkhateyên Qamişlo dengê xwe digihînin dunyayê, di serî de em dibêjin Ewropa tu hevkarê dewleta Tirk e ya ku gelê me qir dike. Pêwîste  Ewropa û hemû kesayetên ku dibêjin em azad in û sazî û dezgehên mafê mirovan helwestên xwe nîşan bidin. Divê gelê Ewropa  zextê li hukumetên xwe bikin ku li hember van kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin. Divê îro Ewropa û Amerîka xiyanetê li pîvanên xwe nekin û sînorek ji Erdogan re deynin. Em jî weke gel dibêjin em ê heta dawî nirxên xwe û gerîlayên xwe biparêzin. Em ê rê nedin dunyayê ku êdî Erdogan sedsala nû bike sedsala tunekirina Kurdan. Sedsala were wê sedsala gelê Kurd be, sedsala vîna me be û wê hemû gelê herêm bi vîna xwe ya azad bijî. "

Di dewama daxuyaniyê de tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û hate gotin ʹʹWê gelê me xeta rêberê xwe bişopîne. Çawa ku li hember berxwedana Rêber Apo dewleta Tirk a dagirker nekare bi ser bikeve û planên wan yên qirêj vala hat derxistin, em êjî weke gel bi berxwedana rêberê xwe, xwe bi hêz dikin û xwe bi vîn dikin.

ŞEHBA

Bi sedan endamên Mecisa Malbata Şehîdan a Kantona Efrînê li pêşiya navenda meclisê ya li gundê Til Qirahê kom bûn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla Mistefa Elo ve û bi zimanê erebî jî Menel Şêxo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker hatin bibîranîn hate gotin, li ber çavên cîhanê, di nava bêdengiya navneteweyî de dewleta Tirk  van nêzikbûna ji hêla hêzên cîhanê ve wek fersend dibîne û dest bikiryarên hovane dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî gelên xwe şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên têkildar dikin ku li hemberî gelê Kurd berpirsyariya hiqûqî û exlaqî bigirin ser xwe û ji bo parastina mafên herî bingehîn ên gelê me yên vê jiyanê di nava mafên civakên mirovî de hemû tedbîran bigirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o8wai-pDiww" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hz55ZmA7-cc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>