​​​​​​​Li Çilaxayê bîranîna 41 şehîdan

Şêniyên Çilaxayê 41 şehîdên di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de li cih û dîrokên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

​​​​​​​Li Çilaxayê bîranîna 41 şehîdan
28 kanûn, 2022   12:03
QAMIŞLO

Merasîma bîranînê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxayê ya Qamişloyê hate lidarxistin. Gelek şênî, malbatên şehîdên HPG, YPJ, YPG, QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di merasîmê de, endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Husam El Mubarek navên 41 şehîdan xwendin.

Dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Ubeyd rola ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina ewlehiyê de pîroz kir û wiha got: "Şehîd mîrasên şoreşê û destkeftiyên wê ne. Ka em tê bikoşin, li ber xwe bidin û şerê siyasetên qirkirin û dagirkirinê bikin da ku destekftiyên şehîdan biparêzin."

Ubeyd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berpirsyariya parastina şoreş û destkeftiyên dikeve ser milê malbatên şehîdan, ji ber wan di oxira azadiyê de berdêl dane û ew xwedî projeya neteweya demokratîk in."

Di dawiyê de dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(fr)

ANHA