​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê bê navber dewam dike

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dike.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê bê navber dewam dike
28 kanûn, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarên Mehabad, Bokan û Baneyê merasîmên çileyên gelek xwepêşanderên ji aliyê dewleta Îranê ve hatine qetilkirin, hate lidarxistin. Li bajarê Mehabad bi sedan kes di çileya Azad Hisên Pur, Mihemed, Ehmed, Galgeş, Kemal Ehmedpur de kom bûn. Kesên tevlî çileyê bûn bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Li bajarê Bokanê merasîma çileya Hîwa Cancan ku li heman bajarî di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin, hat lidarxistin. Di merasîmê de bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn.

Li bajarê Bane xizmên Aso Qadirê ê li heman bajarî di xwepêşandan de hatibû qetilkirin, serdana gora wî kirin û hate bibîr anîn.

Duh li bajarê Terwêzê jî merasîma çileya Ayal Heqî û Elî Êraq vegeriya xwepêşandanê. Di heman demê de li Tahranê jî merasîma çileya Hemîd Reza Ruh hate lidarxistin.

Li welatên Ewropayê jî piştgiriya ji bo serhildanan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Xwepêşandan û serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku di 16’ê Îlona 2022’yan de destpêkirî, hîn jî bê navber dewam dike. Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Mafêb Mirovan ya Îranê heya niha 476 kes di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin. Gorî heman rêxistinê bi hezaran kes heya niha hatine binçavkirin, sedan kes hatine girtin û metirsiya darvekirina sed kesî jî heye.