Li herêma Firatê dibistan 4 rojan tên girtin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê ji bo parastina tenduristiyê, tevahî dibistanên herêmê girtin.

Li herêma Firatê dibistan 4 rojan tên girtin
28 kanûn, 2022   08:31
KOBANÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê bi biryara 4ʹan ragihand, ji bo parastina tenduristiya xwendekaran tevahî dibistanên kantonê tên girtin.

Li gorî biryarê, dibistan ji 28 heta 31ʹê Kanûnê tên girtin û di van rojan de tevahî dibistan tên dezenfektekirin.

Ev biryar ji ber pêkhetina bi dehan xwendekaran bi vîrusan, hate dayîn.

ANHA