Rojnameyên erebî: Îran ji bo aloziya aborî şertan datîne pêşiya Şamê

Rojnameyên erebî yên îro cih dan hebûna Îranê ya li Sûriyê, aloziya aborî ya Iraqê, her wiha rewşa Tunisê.

Rojnameyên erebî: Îran ji bo aloziya aborî şertan datîne pêşiya Şamê
28 kanûn, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

 

‘ÎRAN JI BO TAWÎZAN WERGIRE ZEXTÊ LI SÛRIYÊ DIKE’

Li ser rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Îran zextê li Şamê dike û şertên giran datîne da ku ʹtawîzên serweriyêʹ û lihevkirinan bi dest bixe, di encamê de destkeftiyan ji îraniyan re mîsoger bike, li beramberî ku di çareserkirina aloziya aborî ya giran a li Sûriyê de rolekê bilîze.

Piştî serdana xwe ya bo Şamê, dîplomatên rojavayî ji Şerq El Ewsat re got Tehran di dema amadekariyên serdana serokomar Îbrahîm Reîsî de ku roja destpêkê duh (sêşem) bû, Şam bi pêşkêşkirina reşnivîsên lihevkirinan matmayî kir. Yek ji bendên wê reşnivîsê, muameleya bi Îraniyan re li nexweşxane, saziyên zanistî, mafên mulkiyetê û yên din wekî muameleya bi Sûriyan re û heger sûcan bikin, li pêşniya dadgehên Îranê, ne ya Sûriyê tên darizandin.

Ev reşnivîs mîna lihevkirinên ku dawiya sala 2015ʹan de di navbera Şam û Moskova de hatibûn îmzekirin, an ku dema avakirina baregehên leşkerî li Himêmîm û Tertûsê de ku îmtiyazên berfireh ên leşkerî, mulkiyet û dîplomatîk da Rûsan û li pêşiya dadgehên Sûriyê nedihatin darizandin.

Terhran di dema serdana serokê Sûriyê Beşdar Esed a 1ʹê Gulanê borî ya bo Îranê de soz da Beşar Esed ku 3 keştiyên petrola xam û berhemên petrolê bişîne Sûriyê. Her wiha dema serdana serokwezîrê derve Feysel Miqdad a Tîrmeha borî de, ev soz dûbare kir. Lê ji ber zextên li ser Şamê sozên xwe bi cih neanîn.

Çavkaniyek dîplomatîk got, aloziya aborî ya Sûriyê ya herî xirab e di deh salên dawî de. Îran jî dixwaze sûd ji wê werbigire, tawîzên serwerî yên mezin bi dest bixîne, nemaze di demekê de ku pêwîstiya Şamê herî zêde pê heye û mijûlbûna Rûsya bi şerê Ukranyayê re. Bi vê  yekê Îran dixwaza hebûna xwe heta demeke dirêj li Sûriyê mîsoger bike, bi taybet li gel zêdebûna zextên leşkerî yên Îsraîlê li Sûriyê."

‘HILWEŞÎNA DÎNARÊ IRAQÊ EYNIKA ABORÎ YA NAKOKIYÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ YE’

Têkildarî Iraqê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Roja sêşemê nirxê dolar li Iraqê gelekî bilind bû ku ji salan ve ew qas bilind nebûye. 160 hezar dînar gihaşt 100 dolar amerîkî, di encamê de buhayê madeyên sereke li bazaran bilind bû.

Hin alî ev rûdan bi lawazbûna siyaseta diravî ya li welat ve girê didin. Çavdêr jî diyar dikin ku nakokiyên Amerîka-Îran sedema sereke ya vê yekê ye. Metirsî jî hene ku heke serokê hikumetê Mihemed Şiya El Sûdanî garantiyan nede, dibe alozî kûrtir bibe.

El Sûdanî roja sêşemê ji Banka Navendî ya Iraqê xwest ku li gorî qanûna bankê, îstiqrara giştî ya buhayan û nirxê dolar pêk bîne.

Endamê Komîteya Diravî yê parlamentoya Iraqê yê berê Ehmed Hac Reşîd ji Ereb re sedema bilindbûna dolar li hemberî dînarê Iraqê spart nakokiyên siyasî yên di navbera DYA û Îranê de. Hac Reşîd diyar kir ku DYAʹyê ji El Sûdanî xwest ku serdana Washngtonê bike û birayra dawî bide an pê re be an jî di çarçoveya Îranê de be.

Hac Reşîd anî ziman ku Washington baş dizane ku berdewama sekna Tehran a vê demê ya li hemberî zextên ku li ser wê têne ferzkirin girêdayî pevguhestinên bazirganî yên Iraqê, ji ber vê yekê naxwaza Bexda bi Tehran û dînarê Iraqê bide û bistîne. Hac Reşîd destnîşan kir ku DYAʹyê plan dike ku nehêle Îran di dema bê de gaz û kehrebeyê ji Iraqê bistîne û dibe di demê bê de cezayan bide hejmarek kesayet û saziyên Iraqê yên di lîsteya reş a Xezîneya DYAʹyê.

‘HIKUMETA TUNISÊ GEFA ZÊDEKIRINA BACAN LI XWEPÊŞANDÊRAN DIXWE’

Rojnameya El Beyan bal kişand ser rewşa Tunisê û wiha nivîsand: "Yekitiya Giştî ya Kar a Tunisê li dijî qanûna diravî ya ku hikumetê derxistiye û bacên li ser xwarin û enerjiyê zêde dike û gef li xwepêşandêran xwar. Dibe ku ev gef plana hikumetê ya çareserkirina aloziya diravî ya dewletê tevlihev bike.

Qanûna diravî ya sala 2023ʹyan, destekê bi taybet di warê enerjî û xwarinê de ji sedî 26.4 li gorî sala 2022ʹyan kêm dike. Tunis dê baca li karmendên wekî parêzer, endezyar, muhasib û wergêr ji sedî 13’an derxe ji sedî 19’an. Her wiha bacên din li mal û milkan zêde kir.

Yekitiya Giştî ya Kar a Tunisê ku sendiqeya herî mezin a li welat e, i vê yekê ne razî ye. Yekitiyê ev biryar red kir û gefa xwepêşandanê xwar. Her wiha diyar kir ku ew amade ye bi hikumetê re bikeve şerekî. Sekreterê giştî yê yekitiyê Nûredîn El Tebûbî di civîna pêr a sendiqayê de hikumet tawanbar kir ku hîlê li gel dike. Nûredîn El Tebûbî anî ziman ku ev qanûn dê azarên Tunisiyan zêdetir bike."