​​​​​​​Dibistana Şanoyê peyama dayika hunerê û xeyalên zarokan bi hev re hembêz dike

Zarokên "Dibistana Şanoyê" ya li Qamişloyê xewnên xwe, peyama xwe ya hunerî û civakî bi hunera xwe hildigirin. Rêveberê dibistanê diyar kir ku ev dibistan gaveke mezin ber bi avakirina nifşekî şanogerî ve ye.

​​​​​​​Dibistana Şanoyê peyama dayika hunerê û xeyalên zarokan bi hev re hembêz dike
28 kanûn, 2022   03:47
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Zarok ji aliyê pisporên şanoyê ve, li ser dika Navenda Çand  û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê tên perwerdekirin.

Têkildarî dibistanê û armancên wê nivîskar û derhênerê şanoyê û çavdêrê perwerdeyan Ebdulcabir Hebîb ji ANHAʹyê re axivî.

AMEDEKIRINA NIFŞEKÎ ŞANOYÎ

Hebîb anî ziman ku vekirina dibistaneke akademîk di warê şanoyê de ji bo zarokên herêmê,  ji bo xwedîderketina li zarokan, vedîtina  behreyên wan, pêşxistina wan û afirandina nifşekî ku ji şanoyê hez dike û balê dikişîne, gaveke girîng e."

PERWERDEYA AKADEMÎK Û AVAKIRINA KESAYETA ZAROK

Kursên perwerdeyê  ji bo amadekirina lîstikvan nêzîkî sê mehan berdewam dikin. Ji dema damezrandina xwe heta niha  dibistanê du kurs qedandine. Zarok li ser nermbûna fizîkî, deng, ziman, rewşa şanoyê û îşaretan a li gorî pîvanên akademîk tên perwerdekirin. Her wiha asta zarokan ji her alî ve, bi taybetî ji hêla hêza kesayetiya wan û sekna wan a li ser dike ve tê şopandin û li gorî vê yekê perwerdekar projeyên mezûniyetê yên  ku şano û skeç tê de  hene pêşkêş dikin.

PEYAMA CIVAKÎ YA ŞANOYÊ

Ji destpêka damezrandina wê heta niha nêzî 40 zarok ji dibistanê der çûne, komek şano li Qamişlo û bajarên din ên herêma Cizîrê, wek Girkê Legê, pêşkêş kirin û hemû xebatên şanoyê pirsgirêkên civakî bi rêya şanoyê hatin pêşkêşkirin.

Her wiha Dibistana Şanoyê di dewreya sêyem de perwerdeya 15 zarokan bi dawî kir û amadekariya şanoyên wan li pêş girseya gel tê kirin. Ew jî sibe ve dest pê dike.

Hebîb wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi rayedarên çand û hunerî yên herêmê re dixebitin ku festîvaleke şanoyê ya zarokan bi rêxistin  bikin, ku tê de ev zarok şanoyên curbecur pêşkêş bikin û em plana pêşkêşkirina şanoyan li kolanê dikin."

ANHA