​​​​​​​Di konferansa li Qamişloyê de; pêdiviya merheleyê bi têkoşîneke giştî heye

Beşdarên konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di beşa duyem de da zanîn ku komploya navneteweyî li dijî mozaîka civakî, siyasî û çandî yên gelên Rojhilata Navîn bû.

​​​​​​​Di konferansa li Qamişloyê de; pêdiviya merheleyê bi têkoşîneke giştî heye
27 kanûn, 2022   14:51
QAMIŞLO

Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ku vê sibehê li hola Zana ya Qamişloyê li dar ketiye bi nîqaşa li ser beşa "Komploya navnetweyî û girîngiya azadiya rêbertî" dewam dike.

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xedîce Îbrahîm beşa duyem xwend.

Di beşa duyem de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku di 9′ê Cotmeha 1998′an de bi beşdariya dewlet û saziyên îstîxbaratî yên cîhanê dest pê kiriye hate nîqaşkirin. Xedîce wiha got "Piranî dewlet ji Amerîka bigire heta bi Rûsya, Yekitiya Ewropa, Komkara Erebî, Tirkiyê û Yewnanistan, Kenya û Tacîkistanê beşdarî komployê bûn, gelo piştî dijminatiya dirêj kê tirk û yewnanistanî kirin yek?"

/ar/uploads/files/2022/12/27/133302_khdyjh-abrahym.webp

Xedîce li ser vê pirsê wiha domand: "Komploya qirêj a ku li dijî rêber Ocalan pêk hat, ne tenê li dijî gelê Kurd bû, lê beê mozaîka çandî, civakî û siyasî yên gelên Rojhilata Navîn hedef girt.  Ruxmî rêber Ocalan bi diruşma "Kurdistanê mêtînger e" dest pê kir, lê armanca wî ya bingehn her tim çareserkirina dozen gelan û etnîkên li Rojhilata Navîn bû."

ANALÎZÊN RÊBER OCALAN ÊN LI SER KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Di beşê de gotinên rêber Ocalan ên li ser komployê hatin bibîrxistin: "Clinton û rêverên Kurdî yên pê re didan û distandin hebûna min li Sûriyê ji bo armancên xwe yên stratejîkî guncaw nedidîtin, ji ber ku Kurd û Kurdistanê hêdî hêdî ji bin kontrola wan derdikeve û Îsraîl li hember vê rewşê pir bi hêrs bû. Bûyerên li Kurdistan û filitîna serweriya li ser Kurdan rewşeke ji bo wan nedihat qebûlkirin. Ji ber kontrolkirina Kurdistanê bi pêkanîna projeyên wan ên girêdayî Iraqê bû. Ji ber wê diviyabû ez ji wir derketama û min sînoreke dawî ji nasnameya Kurdî ya serbixwe re danîba û metodeke azadî danîba ku nayê nîqaşkirin.

Ruxmî armanca wê bandore li min bikira, lê nedayîna DMME′yê tu biryareke li dijî min, element an jî bendeke girîng ya din li gorî lihevkirina wan bû. Ingeltra pêşengtiya wê dikir."

Di beşê de behsa sûcên qanûnî yên li dijî rêber Ocalan hatin kirin.

NÎQAŞÊN BEŞDARAN

Di dawiya beşê de deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hate vekirin. Beşdaran diyar kir ku pêwîst e fikrê rêber Ocalan bi awayekî berfireh were belavkirin û hate gotin: "Komplo bi beşdariya hêzên hegemon û împerlayîst pêk hat. Projeya rêber Ocalan projeya li dijî rejîmên împiryalîst û dîktatorî ye. Ji lew re divê gel û partiyên siyasî têkoşînê bilind bikin û çalakiyên ji bo zextkirina li dijî aliyên qanûnî yên navneteweyî zêde bikin.

Li ser armancên komployê beşdaran da zanîn ku komplo bi armanca têkbirina têkoşîna Kurd di şexsê rêber Ocalan de pêk hat. Da ku krîz û şerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dewam bikin.

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku projeya çareseriyê ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, bandoreke mezin li ser têkoşîna Kurd û hemû gelan kir.

Tê payîn konferans bi encamnameyekê bi dawî be.

(fr)

ANHA