​​​​​​​Hunermendên Helebê soza şopandina rêça şehîdên komkujiya Parîsê da

Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û got divê ziman û çand ji asîmîlasiyonê werin parastin.

​​​​​​​Hunermendên Helebê soza şopandina rêça şehîdên komkujiya Parîsê da
27 kanûn, 2022   14:17
HELEB

Bi dehan endamên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê û endamên Tevgera Hîlala Zêrîn li pêş navendên xwe yên li rojhilatê Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fatme Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em hunermendên Helebê soz didin tevahî şehîdên azadiyê ku têkoşînê bilind bikin û ev komkujî ji hêla rejîmên desthilat ve bi armanca têkbirina vîna Kurdan hate plankirin.

Her sê şehîdan bi lehengî li Parîsê li ber xwe da û kedên hunerî dan. Ji lew re MÎT′a Tirk ew hedef girtin. Ji ber çand neynika civakê ye.

Dewleta Tirk baş dizane ku fikrê rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye, ji lew re kesên li ser fikrê wî dimeşin, ji wan jî hunermendên Kurd hedef digire.

Em bang li welatparêz û gelan dikin ku çanda xwe ji helandinê biparêzin. Ji ber dema dijmin dixwaze civakekê têk bibe şerê ziman û çanda wê dike. Ji lew re divê çand û mîras ji helandinê werin parastin."

(fr)

ANHA