3 leşkerên hikumeta Şamê li Derayê hatin kuştin

Kesên nenas êrişeke çekdarî li ser benda kontrolê ya hikumeta Şamê ya li rojhilatê Derayê pêk anî û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

3 leşkerên hikumeta Şamê li Derayê hatin kuştin
27 kanûn, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama êrişeke çekdarî ya kesên nediyar a li dijî benda kontrolê ya Radar a li bajarokê Neîme yê rojhilatê Derayê de, herî kêm 3 endamên şaxê îstixbarata leşkerî ya hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Piştî êrişê, pevçûn derket û êrişkar reviyan.

SOHR`ê destnîşan kir ku di encama şer û pevçûnan de hemû leşkerên li ser bendê hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Bi vî awayî encamên êrişên li Derayê ji destpêka meha Çileya borî ve gihişt 525 êrişan ku hemû bi rê û rêbazên cuda hatin kirin û bûn sedema mirina 486 kesan ku piraniya wan welatî û leşkerên girêdayî hikumeta Şamê û hevkarên bi saziyên ewlehiyê û endamên “lihevhatinan” bûn.