Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir

Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li Qamişloyê dest pê kir.

Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir
27 kanûn, 2022   09:19
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya çareserî û aştiyê ye", Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Ji partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser, şêx û rûspiyên Kurd û Ereban, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgerên Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê 175 delege beşdarî konferansê bûn.

Endamê Însiyatîfê Silêman Îsa Ehmed axaftina destpêkê ya konferansê kir.

Silêman Îsa Ehmed diyar kir ku di konferansê de wê nîqaş li ser rola herêmê, dîroka jinê, pirsgirêkên gelan, aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê û çareserkirina van aloziyan li gorî ramanê rêber Ocalan werin kirin.

Li gorî komîteya amadekar a konferansê, wê du mijar werin nîqaşkirin; yek aloziya Rojhilata Navîn û çareserkirina pirsgirkên gelan, duyemîn komploya navneteweyî û girîngiya azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan.

Konferans wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.