​​​​​​​`Vegera DAIŞ`ê wê wateyê dide Tirkiyê projeya xwe pêk neaniye`

General Dr. Nesir Salim ê ji Misirê, destnîşan kir ku Tirkiyê di avakirina endamên DAIŞ`ê de li ser erdê xwe roleke mezin lîst û paşê ew şandin Sûriyê û Iraqê. Her wiha diyar kir ku vegera DAIŞ`ê, wê wateyê dide ku projeya Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê pêk nehatiye.

​​​​​​​`Vegera DAIŞ`ê wê wateyê dide Tirkiyê projeya xwe pêk neaniye`
27 kanûn, 2022   03:33
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

DAIŞ dîsa li Iraqê çalak bû. di çend rojên dawîn de gelek êriş li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, parêzgehên Kerkûk û Diyale yên Iraqê pêk anîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çavdêr diyar kirin ku dewleta Tirk bi van êrişên li dijî herêmê armanc dike DAIŞ`ê vejîne. Êrişa dawîn ya herî fireh bû ku ji 19`ê Mijdarê bi rêya balafirên şer û bêmirov dest pê kir. Dewleta Tirk di van êrişan de, binesaziya herêmê, navendên ragirtina DAIŞ`ê û kampên malbatên DAIŞ`ê kir hedef.

Der barê têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê de, general, professorê zanistên stratejîk a Akademiya Leşkerî ya Bilind a Nasir a Misirê Dr.Nasir Salim ji ajansa me re axivî û behsa sedemên vegera DAIŞ`ê, têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê û aliyên din de kir û got divê yê sûd ji hebûna DAIŞ`ê li herêma erebî bi taybet li Sûriyê û Iraqê digire bê naskirin.

HÊZÊN BERJEWENDIYAN DAIŞ ÇÊKIR

Salim got: “Destpêkê berjewendiyên Amerîka li gorî yên Tirkiyê bûn, Divê em ji bîr nekin Îsraîl bingeh e. Ev berjewendî û tima tenê bi lawazkirina Sûriyê û Iraqê pêk hatin. Destpêkê artêşa Iraqê sala 2003`yan hat wêrankirin dema Amerîka destwerdana Iraqê kir. Paşê qedexeya hewayî li artêşê ferz kir û bi vê yekê artêş ji hev xist.” 

Salim wiha domand: “Li Sûriyê, piştî bûyerên Bihara Erebî di encama kiryarek artêş parçe bû û heta niha şerê hev dike.”

TIRKIYÊ DI AVAKIRINA ENDAMÊN DAIŞ`Ê LI SER ERDÊ XWE DE ROLEKE MEZIN LÎST

Salim anî ziman ku Tirkiyê di avakirin û amadekirina endamên DAIŞ`ê li ser erda xwe de roleke mezin lîst û paşê ew şandin Sûriyê û Iraqê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rola Tirkiyê diyar bû. Piştî ku DAIŞ bi ser ket, Tirkiyê derbasî nava axa Sûriyê bû û gelek beşên Iraqê. DAIŞ her du dewletên zaîf kir û ji hev xist.”

Der barê vegera DAIŞ`ê de Salim got: “Vejandina DAIŞ wê wateyê dide ku projeya Tirkî bi ser neketiye.”

GENERAL NASIR SALIM KÎ YE?

Nasim Salim di 1950`î de li Qahîrayê ji dayîk bûye. Ji Fakulteya Herbî derçûye. Sala 1968`an tev li şerê istinzafê, sala 1973`yan tev li şerê Tişrînê bûye. Gelek xelat wergirtine jê, xelata stêrka leşkerî, komariyê, cesaret û perwerdeyê. Di zanistên stratejîk de profesor e. Niha di Akademiya Leşkerî ya Bilind a Nasir a Misirê de mamoste ye.

(şx)

ANHA