Li Qamişlo Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kesên alîkariya sûcdaran kir girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo, kesên alîkariya sûcdaran kirine û ew veşartine, girtin û piştî lêpirsîna yekemîn bi wan re temam bike dê radestî dozgeriya giştî bike.

Li Qamişlo Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kesên alîkariya sûcdaran kir girtin
26 kanûn, 2022   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Qamişlo ragihand ku di çarçoveya şopandina sûcdarên ku reviyane û yên alîkariya wan kirine de, 3 kesên ku alîkariya sûcdaran kirine da ku xwe veşêrin, girtin.

Di 22`yê Kanûnê de hêzên operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, operasyonên serdegirtina malan li dar xist.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serdegirtinan de, pevçûn di navbera hêzê û sûcdaran de derket ku di encamê de yek ji wan hat kuştin û 6 din hatin girtin, her wiha 4 din jî reviyan.

Di xebatên lêgerînê û serdegirtina malan de, hêzê di 25`ê Kanûnê de miqdarên mezin ên tiştên hatine dizîn, çek, bombeyên destan û mayîn desteser kirin.

Li gorî navendê, dê her 3 kesên hatine girtin piştî bidawîkirina lêpirsîna yekemîn radestî dozgeriya giştî bike.

(şx)
ANHA