Salih Muslim: Divê Fransa dozê nîvço nehêle

Salih Muslim, bang li dewleta Fransa kir ku divê Komkujiya Duyemîn a Parîsê cidî bigre û ji bo duristiya xwe îspat bike vê doze wekî ya berê nîvço nehelê ku pêşî li sûcên nû re venekin. 

Salih Muslim: Divê Fransa dozê nîvço nehêle
26 kanûn, 2022   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Salih Muslim  der barê konsepta giştî ya li dijî Kurdan hem li Kurdistanê hem jî derveyî Kurdistanê tê meşandin diyar kir ku ji bo qirkirina Kurdan ketine nav seferberiyê.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, êrişên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, êrişên dagirkeriyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina Kurdan li Ewropa bi heman armanca qirkirina Kurdan nirxand.

`JI BO TINEKIRINA KURDAN KETINE SEFERBERIYÊ`

“Heya niha konsepta hilweşandina Kurdan a 2015`an di meriyetê de ye” bi van gotinan re Muslim, vê konseptê û planên di vê çarçovê de wiha vekir: “Ev konsept piştî ku DAIŞ li Kobanê têkçû kete meriyetê ku planên xwe li ser Bakurê Kurdistanê, êrişên xwe li dijî Rojava dan destpêkirin ku li Başûrê Kurdistanê ji wê demê heya niha şer nesekiniye. Niha jî Ji bo tinekirina Kurdan ketine nav seferberiyê. Piştî ku dîtin planên wan pêk nehatin dest avetin bikaranîna çekên kimyewî. Li Qadên Parastina Medyayê çekên qedexekirî bikar tînin. Dîtin ku li nikarin Rojavayê Kurdistanê têk bibin, niha dîplomasiya xwe xistiye bin xizmeta planan. Bi vê re dixwazin dest bi êrişeke bêjahî li herêmên me bikin. Ev êrişên 19`ê Mijdarê jî di çarçoveya vê plane de bû. Di van êrişan de jî eşkere bû ku têkiliyên dewleta Tirk yên organîk bi DAIŞ re hene. Topbarana wan li ser girtigeha çeteyan li Qamişlo, êrişên li ser kampa Holê de ev eşkere kir.”

`ÎMRALI XALA SERÊKE YE`

Muslim, diyar kir ku rewşa heyî ya li Îmraliyê  yek ji encama serekê ya konseptê ye û got: “Navê CPT pêşîgirtina îşkencê ye ne çavderiya îşkencê ye. Lê mixabin bûye çavdêrê îşkenceyê. Heta nabêje li Îmralî îşkencê heye. Heya ku dewlet destûr nede,  raporên xwe jî dernaxîne. Îşkenceya psîkolojîk û fizîkî li Îmralî heye. Di vê pêvajoyê de ev kerbûn nemirovî ye.”

`FRANSA NIKARE XWE JI VÎ SÛCÎ XILAS BIKE`

“Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê qirkirina siyasî tê meşandin û li derve jî komkujiyan pêk tînin” bi van gotinan re Muslim, balkişand ser 2. Komkujiya Parîsê û got: “12 roj berê ev kujer ji zindanê derketiye. Li zindanê kî wî xwedî kiriye, bi çek kiriye ku Kurdan hedef digre. Dewleta Fransa nikare xwe ji vî sûcî xilas bike. Ji ber ku sûcên berê yên di sala 2013`an de li dijî 3 jinên pêşeng çêbû hatiba zelal kirin wê îro ev komkujî dûbare nebûye. Karê îstixbaratên Tirkiyê li Fransa çi ye vedişêrin. Bi hezaran planên wan derketin ku Kurdan dixwazin bikin hedef.”

`DELÎLÊN KOMKUJIYA YEKEMÎN EŞKERE KIRIBA DUBARE NEDIBÛ`

Salih Muslim, da zanîn ku li Parîsê beriya komkujî pêk were civînek ji bo amadekariya bîranîna her sê jinên pêşeng organize bikin dihat lidarxistin. Muslim, diyar kir ku ger qetlîama yekemîn a li Parîsê bihata zelalkirin wê ev qatlîm pêknehata û got: “Bi 2. Komkujiya Parîsê re dewleta Tirk dibejê ez nahêlim hûn şehîdên xwe jî bibîr bînin. Bi van rêbazên qetlîaman re dixwazin çavê Kurdan bitirsînin. Doza şehadeta her 3 jinên têkoşer de derket holê ku MÎT`ê ev kiriye. Lê Fransa ser dosyayê sirriyet danî. Çima? Ji ber beşek ji îstîxbarata Fransa di nav wê komkujiyê de cih digirt ku ew sûc veşartin. Wê demê ev sûc nehatiba veşartin wê kesên niha di hundirê sîstema Fransa de bi MÎT re alîkar in wê derbikete holê û ev sûc jî nedibû.”

`GER NÎVÇO BÊHIŞTIN WÊ BERDEWAMIYA WÊ BÊ`

Muslim bang li dewleta Fransa kir ku vê komkujiyê cidî bigre û got: “Ji bo ku Fransa duristiya xwe îspat bike divê vî sûcî derxîne holê. Wekî ya berê nîvço nehelê. Ger vê jî nîvço bihêlin wê pêşî li sûcên nû vebikin.” 

ANHA