​​​​​​​Meclisa Sivîl a Reqayê: Êriş berdewamiya planên dewleta Tirk a dagirker e

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Dîb destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Reqayê berdewamiya planên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker e ku armanc jê têkbirina aramiya herêmê û vejandina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha bang li şêniyên Reqayê kir ku pabendî qedexeya derketinê bin.

​​​​​​​Meclisa Sivîl a Reqayê: Êriş berdewamiya planên dewleta Tirk a dagirker e
27 kanûn, 2022   01:51
REQA

Duh danê nîvro çeteyên DAIŞ’ê êrişeke xwekuj li dijî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê ya Reqayê pêk anî, ku li nêzî girtîgeheke çeteyên DAIŞ’ê ye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew êriş têk bir û li nava bajarê Reqayê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Dîb ji ajansa me re diyar kir ku ev êrişa terorîst berdewamiya planên DAIŞ’ê yên bi perspektîfên dewleta Tirk a dagirker e û armanca wê têkbirina aramiya bajêr e.

El Dîb wiha domand: “Gelek hewldanên têkçûyî wek êrişa li dijî girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê û hedefgirtina binesaziya herêmê li Kobanê û Cizîrê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve bin ketin. Ev kiryar hemî berdewamiya siyaseta wêrankirinê ya dewleta Tirk a dagirker in.”

El Dîb keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re û selametî ji birîndaran re xwest.

Di dawiya axaftina xwe de El Dîb destnîşan kir ku biryara qedexeya derketina derve ji bo selametiya şêniyên Reqayê ye û ji şêniyan daxwaz kir ku pabendî biryarê bin.

(mh)

ANHA