​​​​​​​Rojnameyên erebî: El Sûdanî di navbera zextên Îranê û razîkirina DYAʹyê de asê maye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa zextên Amerîka û Îranê yên li ser hikumeta Iraqê, hilbijartinên Tunisê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: El Sûdanî di navbera zextên Îranê û razîkirina DYAʹyê de asê maye
27 kanûn, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ; DI NAVBERA ZEXTÊN HEVBENDIYAN Û RAZÎKIRINA DYAʹYÊ DE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand: “Di demekê de ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî hewl dide têkiliyên baş ên bi rêveberiya DYAʹyê re bipazêre û nehêle ku pirsgirêk pê re derkevin, hin hêzên Çarçoveya Hemahengiyê zextê lê dikin da ku careke din Peymana Çarçoveya Stratejîk a bi DYAʹyê re di ber çavan re derbas bike.

Sala 2008ʹan Iraq û DYAʹyê Peymana Çarçoveya Stratejîk îmze kir. Peyman ji gelek xalan pêk tê. Ji wan xalan; hebûna hêzên Amerîkayê li welat were birêxistinkirin, her wiha ji hin bendên girêdayî xurtkirina tevkariyê di warê aborî, çandî û siyasî de pêk tê.

Piştî kuştina fermandarê Feyleq Quds Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Heşd El Şabî Ebû Mihdî El Muhendis sala 2020ʹî di derbeyeke Amerîkayê de li Bexdayê, parlamentoya Iraqê ji ber zextên hêz û komên şîe yên ser bi Îranê ve, biryar da ku hikumeta Bexdayê hêzên Amerîkayê yên li welat ên çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞʹê neçar bike ku ji welat vekişin.

Bi rastî hikumeta Kazimî nêzîkî salek berê li ser derketina hêzên Amerîkayê ji welat û veguhestina hêzên mayî ji bo erkên şêwirî û perwerdeyê, lihevkirinek pêk anî. Ev yek bû sedema gengeşiyên berfireh li Iraqê. Hêzên şîe jî ev yek red kir.

Hin hêzên şîe îro hewl didin sûdê ji hebûna hikumeke alîgir bigire da ku ji bo derketina hemû hêzên Amerîkayê zextê bikin. Çavdêr dibêjin ku ev gav dibe bandorê li nakokiyên her du aliyan bike, lê serokwezîrê Iraqê yê niha hewl dide ku rê li ber vê yekê bigire.

Rêveberê Çarçoveya Hemahengiyê Tirkî El Etebî bang kir ku pêwîst e Peymana Çarçoveya Stratejîk a bi Washingtonê re careke din bi ber çavan re were derbaskirin. El Etebî ji rojnameyan re axivî û diyar kir ku li gel astengî û bûyerên bi êş ên ku Iraq di salên dawî de tê re derbas bûn, divê Peymana Çarçoveya Stratejîk a bi Washingtonê re di ber çavan re were derbaskirin. Her wiha anî ziman ku ev peyman tu armancên giştî bi xwe re anîn, lê bi awayekî rasterast Iraq zirar jê dît.

Şopdarên rewşa Iraqê serketina zextên li serokwezîrê Iraqê dûr dixin. Nemaze ku pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya ewlehî û siyasî ya Amerîkayê heye.

Şopdarên rewşa Iraqê destnîşan dikin ku El Sûdanî wê hewl bide ku hêzên li dijî hebûna Amerîkayê îqna bike ku divê ev dosya di vê demê de were taloqkirin û girîngiyê bidin dosyayên hundirîn."

‘PARTIYÊN MUXALIF ÊN TUNISÊ DAXWAZA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT DIKIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser hilbijartinên Tunisê nivîsî. Di beşeke nivîsê de wiha tê gotin: "Hejmarek aliyên siyasî yên muxalif di nav de ʹEniya Rizgariya Nîştimanîʹ û partiyên çepgir yên ku dewreya yekemîn a hilbijartinên parlamentoyê boykot kir, banga hilbijartinên serokatiyê yên pêşwext dikin, nemaze piştî eşkere bû ku serokê Tunisê Qeys Seîd biryar daye ku dewreya duyemîn a hilbijartinên parlamentoyê li dar bixe, tevî  ku rêjeya tevlêbûnê di dewreya yekemîn de kêm bû. Her wiha hejmarek alîgirên berê yên Seîd daxwaz kirin ku divê hilbijartinên serokatiyê yên pêşwext pêk werin."

‘LI QAHÎREYÊ ŞÊWIRÊN TÊKILDARÎ LÎBYAYÊ’

Rojnameya Îtîhad El Îmaratiya bal kişand ser rewşa Lîbyayê û wiha nivîsand: "Roja pêncşema bê li paytexta Misirê Qahîreyê diyalogên lîbyayî di navbera serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîle Salih û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Meşrî de tên lidarxistin. Armanca van diyalogan; berdewamkirina civînên komîteya destûrî ya lihevkirina li ser qanûna hilbijartinan û bingeha destûrî ya pêwîst a ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatî û qanûsaz de werin nîqaşkirin.

Çavkaniyên lîbyayî ji rojnameya El Îtîhad re destnîşan kirin ku civînên ku dê li Qahîreyê were lidarxistin wê bi sopnseriya şandeya Neteweyên Yekbûyî ya piştevaniya Lîbyayê be. Her wiha diyar kirin ku dibe ku ev civîn nêrînên serokên parlamento û dewletên nêzî hev bikin, baweriyê di navbera wan de xurt bike, wan teşwîq bike ku li ser bingeha destûrî ya ji bo pêkanîna hilbijartinan li welat biryarekê bidin.

Hemû aliyên lîbyayî bang li her du serokan kirin ku bi nûnerê NYʹyê Ebdullah Batîlî re kar bikin, bi berpirsyariyên xwe yên li hemberî lîbyayiyan re wefedar bin da ku îstiqrar, ewlehî û pêşketineke mayînde werin mîsogerkirin."