​​​​​​​Newroz Ehmed: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin

Reportaj Summay

​​​​​​​Newroz Ehmed: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin
14 cotmeh 2022   23:38

Endama Fermandariya Giştî ya QSDʹê Newroz Ehmed diyar kir ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker ew ê têkoşînê xurt bikin. Her wiha got: "Hêza yekane ya em pişta xwe didinê gel e."

15ʹê Cotmehê salvegera 7ʹemîn a damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). Tevahî pêkateyên gel cihê xwe di nava vê hêzê de digirin û erka parastina herêmê ji hemû cûreyên teror û dagirkeriyê girtiye ser xwe. QSDʹê ji bo mirovahî, nirxên edalet û azadiyê li şûna tevahî cîhanê li hemberî hemû cûreyên terorê şer dike.

Têkildarî salvegera damezirandina QSDʹê, endama Fermandariya Giştî ya QSDʹê Newroz Ehmed bersiv da pirsên ANHAʹyê.

Hevpeyîn wiha ye:

Sedema damezirandina QSDʹê çi ye?

Piştî êrişên çeteyên DAIŞʹê yên li ser bajarê Kobanê û Şengalê, berxwedana ku ji aliyê hêzên me ve hate nîşandan û şerê dijwar ê li wan herêman qewimîn ku li tevahî cîhanê deng vedan, rê li ber tevlêbûna mezin a pêkhateyan a nava refên berxwedan û têkoşînê a bi serkêşiya YPG û YPJʹê vebû.

Di wê berxwedanê de xweparastin a gelên herêmê  derket pêş. Bi rizgarkirina gelek herêman re tevlêbûna nava refên hêzên me zêde bû. Heman demê bi avakirina Rêveberiya Xweser re ku modela biratiya gelan û jiyana hevbeş e û bi pêşketina têgeha neteweya demokratîk re me dît ku divê sîwanek were avakirin ku tevahî pêkhateyan di nav xwe de kom bike.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê plana me ya rizgarkirina herêmên din ji çeteyên DAIŞʹê û rizgarkirina xelkên wê ji zilma çeteyan hebû. Xelkê wan herêman bang li me dikir ku em wan rizgar bikin. Gelek ji wan ên ku ji ber zilma DAIŞʹê reviyan û hatin herêmên me xwestin ku werin perwerdekirin û ji bo rizgarkirina herêmên wan werin amadekirin.

Li ser vî esasî gelek nîqaşên berfireh bi komên leşkerî re çêbûn da ku em bighêjin formeke diyar an ku avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk ku tevahî pêkhate û komên leşkerî bigire nav xwe. Bi rastî damezirandina vê hêzên bi pêşengtiya YPG û YPJʹê bû, bi taybetî YPJʹê roleke sereke di vê yekê de list.

Bi ragihandina avabûna QSDʹê re, komên din ên leşkerî tev lê bûn û pêngava rizgarkirina  Holê û herêmên ku DAIŞʹê ji xwe re kiribûn navendên belavkirina fikrê xwe yên tundaw  û destpêkirina êrişên li ser herêmên me dest pê kirin, piştre tevahî herêmên di bin kontrola DAIŞʹê de hatin rizgarkirin.

Serketinên ku QSDʹê heta niha pêk anîne çi ne?

Pêngavên me yên rizgarkirina gelek herêman wekî Hol, Bendava Tişrîn, Şedadê, Pêngava Êlîn û Cûdî, gundên Çiyayên Kizwan, Silûk, Minbic, Tebqa û Reqayê hebûn. Pêngava dawî ya rizgarkirinê li Dêrazorê bûn. Ev pêngav bi beşdarbûna tevahî hêzên di bin sîwana QSDʹê de hatin lidarxistin. Ji vir girîngiya damezirandina vê hêzê xuya bû ku bi hezaran kilometer ji erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rizgarkirin û hebûna leşkerî ya çeteyên DAIŞʹê hate qedandin.

Di aliyê rêbazê şer û nêzîkatiyên bi gelên herêmê re, hêzên me yên leşkerî ji komên din ên li Sûriyê wekî Artêşa Azad (Ceyş El Hur), Cebhet El Nusra û komên girêdayî El Qaîde cûda bûn. Ne wekî ku hin îdia dikir ku hêzên me hêzên kurdî ne û dixwazin piştî rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞʹê herêmê kontrol bikin. Îro li herêmên me modela jiyana hevbeş heye û li pêşiya hemûyan vekirî ye da ku derbas bibin û bi çavê xwe vê rewşê herêmên me bibînin. Ev gavên ku me avêtine girîng in û xwedî bandoriyeke mezin in.

Damezirandina hêzeke leşkerî ku bi deh hezaran ji pêkhateyên cûda di nav xwe de digre (Meclisa Leşkerî ya Suryan, Hêzên Senadîd, Ceyş El Siwar, Lîwa Şemal Demokratî, Cebhet El Ekrad, Meclisa Leşkerî ya Babê, Tûgeyên Cizîrê, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û herêmên din ên rizgarkirî) hişt ku bibe hêzeke serbixwe ya parastina herêmê. Hêzên me fedekariyên mezin dan û di aliyê leşkerî de kar û barên herêmê bi rêve dibin. Kesekî biyanî di nav de tune ye. Ji ber vê yekê komkirina pêkhateyên cûda dûrî cûdabûna etnîkî, ziman û mezhebî û berjewendiyên kesayetî bû sedema yekitiya gelê herêmê, her wiha hêza Rêveberiya Xweser û belavbûna têgeha neteweya demokratîk zêde kir.

QSDʹê li ser bingehê neteweya demokratîk hat avakirin û hemû hêzên şoreşgerî yên ku bi biratiya gelan bawer in, hembêz dike. Heta çi astê ev hêz tevna Sûriyê parast?

Li herêmê têgeha biratiya gelan bûye mîna neynûka ku ji tiliyê nayê qutkirin. Em dikarin bêjin ku îro hemû xwe li hêzên me digirin û hêza çareseriyê tê de dibînin. Ev yek ji ber exlaqê hêzên me û nêzîkatiyên wê bi gelên herêmê re ye, heman demê ji ber ku hêzên me li gorî rêgezên şer tevdigerin. Ev hemû bi saya pêşengiya vê hêzê pêk hat ku li hemberî zehmetiyên mezin sekinin heta ku gihaşt asta îro.

Em dizanin ku kêmasiyên hêzên me hene, em her tim tînin ziman da ku li rêbazên derbaskirinê bigerin. Tevî merheleyên hesas û şerên me bi hêzên cuda re me karibû van zehmetiyan hemûyan derbas bikin. Ev rola mezin a hêzên me bû, ne wekî ku dibêjin ev destkeftî bi desteka derve an jî destwerdana hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatin bidestxistin. Em inkar nakin ku di şerê li dijî DAIŞʹê de van hêzan alîkar dane me.

Hêzên me heta îro heye, şer dike û li ber xwe dide, tu kes destekê nade me. Em xwe naspêrin hêzên derve, lê em hêza xwe ji gelê xwe digirin ku hêza rasteqîn e ya ku em pişta xwe didinê, hêza ku hêza xwe ji gelê xwe digire dikare hemû merheleyên hesas derbas bike û bi ser bikeve.

Ji bo têkbirina DAIŞʹê, QSD bi Koalîsyona Navneteweyî re hevbendî pêk anî. Hûn vê hevbendiyê çawa dinirxînin?

Beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî di şerê li dijî DAIŞʹê de girîng bû. Destpêkê hêzên me li gorî îmkanên gelên herêmê hatin avakirin û karî xwe birêxistin bikin, ne fermî bû. Em dikarin bêjin ku hêzên me hêza parastina gel e. Tevî vê yekî jî dikarîbûn di şerê li dijî terorê de bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hevkariyê bike û bi çekên pêşketî û yên cûda bi hêzên fermî re dan û standin kir. Em înkar nakin ku ev pêvajo zehmet bûn, lê di demeke kin de me karîbû hemû astengiyan derbas bikin û me bi hev re şerê li dijî çeteyên DAIŞʹê kir.

Rast e ku destek ji aliyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve heye û tevî ku tecrûbeya me ya yekemîn bû lê rola hêzên me gelekî girîng bû. Ji ber ku hêzên me cografiya herêmê û gelên wê nas dikin. Şirîkatiya bi koalîsyona û veguhestina pisporiyan di şerê li dijî terorê re xwedî roleke girîng bû.

 

Şerê me li dijî DAIŞʹê dewam dike. Li hin herêman tevgereke mezin a çeteyên DAIŞʹê heye. Bi nêrîna we, aktorên van tevgeran çi ne û destekê ji ku digirin?

Şerê me yê li dijî DAIŞʹê berdewam dike. Tevî ku DAIŞ di aliyê cografî de hatiye bidawîkirin, lê xetereya wî hîna heye. Heger bikaribe wê careke din xîlafeta xwe ragihîne, ev yek di salên dawî de diyar bû. Bandora DAIŞ li gelên herêmên hîna heye. DAIŞ sûdê ji bê istiqrariya herêmê û rewşa wê ya aborî û siyasî digire û li aliyekî din fikrê wê yê îslamî heye û bi rêya gefxwarinan zextê li gelên herêmê dike. Em înkar nakin ku alîgirên wê û kesên dixwazin dewleta xîlafetê ava bikin hene. Ji ber vê yekê xetereya DAIŞʹê hîna heye û hewl dide herêmên cûda kontrol bike. Ev yek di mehên derbasbûyî de ji cîhan re eşkere bûn.

Ev ne agahî ne ku em bi we re parve dikin, ev rastiyek e. DAIŞ hewl dide dîlgirtiyên xwe rizgar bike, wan bi çek bike û li tevahî cîhanê belav bike, her wiha zarokên "Eşbal Xîlafe" li ser şer perwerde bike. Ev xetereya herî girîng li pêberî me ye. Ji bo DAIŞ bi temamî tune bibe divê hevkariya me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re dewam bike, ne wiha be ê hemû serketinên ku me di salên borî de bi dest xistine vala biçin. Ji ber ku çeteyekê DAIŞʹê rêxistineke ku nû dibe û diguhere. Ya ku vê yekê piştrast dike ew e ku DAIŞ xwe naspêre yek kesî. Ev yek di kuştin şêfê wan de diyar bû ku di nava çend rojan de yekî nû hilbijartin. DAIŞ fikreke û ne hêzek girêdayî kesan e.

Bi hezaran çeteyên DAIŞʹê di girtîgehên we de hene. Her wiha bi hezaran malbatên wan di kampan de hene ku wekî bermahiyên şerê DAIŞʹê tên dîtin. Lê Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî di dosyaya wan çeteyan de xemsariyê dike. Bi nêrîna wan çima?

Gelek çeteyên DAIŞʹê li gel me hene. Divê em bi dîtina çareseriyê ji  bo wan û malbatên wan bifikirin. Wê çi li kesên ku ji ber DAIŞʹê ziyan dîtine bibe, her wiha wê çi bi herêmên ku ji ber DAIŞʹê wêran bûne, were. Çareseriyên ji bo jinûve avakirina wêraniyan û pêşeroja gelên herêm çi ne. Helbet ev berpirsyartiya civata navneteweyî û tevahî cîhanê ye. Ne wekî ku hûn texmîn dikin DAIŞ bi dawî bûye û karê wê li vir nemaye.

Wiha nabe. Em rewşa li Iraq, herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, dibînin. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin.

Gelo tu pêşketin di vê dosyayê de heye? We bandorên hiştina vê dosyayê bê çareserî bi Koalîsyona Navneteweyî re nîqaş kiriye?

Em di wê baweriyê de ne ku heger cîhan bixwaze pirsgirêka DAIŞʹê çareser bike, tevî zehmetiyên wê wê karibe çareser bibe. Lê divê cîhanê asta xetereya vê dosyayê nas bike. Heta niha nihek bi xetereya çeteyên DAIŞʹê bawer nakin. Hinek din jî texmîn dikin ku DAIŞ kaxezek di destê yên din de ku li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Sedema vê hene. Yekem; rastiya vê pirsgirêkê lêkolîn nakin û li gorî wê tevnagerin. Ya din jî çareserkirina pirsgirêka DAIŞ girêdayî gelek pirsgirêkên din ku ji hev nayên cûdakirin. Divê ev pirsgirêk di aliyê siyasî de û dûrî şer ne tenê li Sûriyê, lê belê li tevahî cîhanê were çareserkirin. Modela siyasî ya ku civata navneteweyî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pê difikire çi ye. Her wiha rewşa aborî ya hilweşiyayî li herêmê heye. Bi derketina aloziya aborî ya cîhaê re bandora wê li herêmê zêde bû. Ev hemû dibe sedema belavbûna fikirandina gel û ciwanan a bi pêşeroja wan nezelal ve. Ji ber vê yekê çareserkirina vê pirsgirêkê ne hêsan e, lê dikarin çareser bikin.

Îro, projeya me ya Rêveberiya Xweser û projeya hêzên me dikarin li tevahî cîhanê belav bibin. Lê hinek hene van projeyan qebûl nakin. Her wiha rêgaza biratiya gelan û mafê gelên herêmê yê çarenûsa xwe heye, em vê yekê dibînin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên li dijî me dewam dikin, ji ber ku fikra me qebûl nake û her tim hincetan derdixîne, wekî ku em gefan li "Ewlehiya wê ya neteweyî" dixwin, da ku projeya me ya ku xetereyekê li ser xwe dibîne bi dawî bike. Di rastiyê de me tu êriş li dijî wan pêk neanîn, lê ew êrişî me dike. Ne tenê dewleta Tirk hinek aliyên din jî hene sûdê ji valahiya siyasî û aloziyên li herêmê digirin, ji ber vê yekê li çareseriyê nagerin.

Dewleta Tirk a dagirker gefan dixwe û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Hûn wekî şirîkên Koalîsyona Navneteweyî ye ya ku qada hewayî li ber balafiran wê vedike da ku êrişî pêşeng û gelê herêmê bike. Gelo tê xwestin ku têkiliyên we bi koalîsyonê re werin derbaskirin?

Êrişên dewleta Tirk a dagirker hewldanek ji bo valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û hêsankirina dagirkirinê û zêdekirina hejmara koçberan e da ku wan wekî kaxezeke zextê li dijî dewletên Ewropayê bi kar bîne. Li aliyekî din jî pêşengên şoreşê yên Rêveberiya Xweser û fermandarên hêzên me dike hedef da ku tirsê û xofê di nav gelê me de çêbike.

Dema ku em serkeftinê li dijî çeteyn DAIŞʹê pêk tînin, êrişên dagirkeriyê dest pê dikin. Me ev tişt li Kobanê û herêmên din û dema pêngava me ya dawî ya li Dêrazorê dît. Me dît çawa dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir. Dema ku çeteyên DAIŞʹê lawaz dibin dewleta Tirk a dagirker destwerdanê dike û li ber çavê tevahî cîhanê êrişên xwe li ser herêmên me zêde dike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî me, hewldanek ji bo vejandina DAIŞʹê ye. DAIŞ sûdê ji mijulbûna hêzên me  bi van êrişan digire da ku careke din çalak bibe. Êrişên wê yên li ser girtîgeha Sînaayê îsbata vê yekê ye. Her wiha bûyerên li kampa Holê, êrişên şaneyên veşartî yên li dijî hêzên me û derbaskirina çekan ji herêmên dagirkirî wekî Serêkaniyê û Girê Spî li herêmên îsbata vê yekê ne.

Piraniya êrişên li ser herêmên me bi navê çeteyên DAIŞʹê têne kirin. Lê yên li pey van êrişan komên çeteyên li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin ve ne. Ji ber ku çeteyên DAIŞʹê bi temamî li wan herêman çalak in. Ev yek bandorê li hêzên me dike, ji ber ku berfirehkirina qada êrişan ji aliyê Tirkiyê ve bi armanca vejandina DAIŞʹê ye.

Herêm derbasî qonaxeke nû ya êrişan bûye, êdî sivîl jî tên hedefkirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dikare di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xwe biparêze?

Gelê me xwe xwedî dîrokeke dirêj a berxwedanê ye û ev yek ji her kesî re eşkere bûye. Ji bo ku em di di vê pêvajoyê pêvajoya xweparastinê de pêş bikevin divê gelê me li derdora rêveberiya xwe ya xweser, saziyên wê û QSDʹê kom bibe da ku xeleke yekbûyî ji bo têkbirina dagirkeriyê û têkbirina êrişên wê  ava bikin û nehêlin ku armancên wan bighêjin serî. Ji ber ku em dizanin ku xeterî li derdora herêmên heye divê em xwe biparêzin û hemû îmkanên xwe pêk bînin da ku li gorî pêvajoya heyî xweparastinê pêk bînin.

Îro gelê me baş dizane ku tu fêde ji koçberî û revê tune ye û erka wê ye ku  xwe li gorî pêvajoya şer amade bike. Ji ber ku ezmûnên me yên berxwedanê hene. Me ev yek di berxwedana Şêxmeqûsd û berxwedana Kobanê û Efrînê de dît. Ji ber vê yekê divê em li gorî pêvajoya heyî tevbigere.

Divê gelê me li derdora hêzên xwe yên leşkerî bibe xelekek da ku bibe hêza herî xurt, wê demê dijmin wê nikaribe me bi hêsan bişkîne. Êrişên wê ne tenê girêdayî hêzên navneteweyî ye, lê girêdayî hêza gelê me û hêzên me yên leşkerî ye. Wê gotina me navneteweyî be. Heger em bighêjin wê merheleyê wê hemû li kêleka me bisekinin, ji ber ku em xwediyê heqiyê ne. Herêmên me tên dagirkirin, zarok, ixtiyar û ciwanên me yên ku ji bo parastina herêmê çek rakirine, tên qetilkirin.

Tu armancên me yên kontrolkirina herêmên cûda tune ye. Armanca me parastina herêmên me û gelê me ye. Divê gelê me li hemberî hemû gefan destekê bide hêzên xwe yên leşkerî.

Dewleta Tirk a dagirker Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Planên we ji bo rizgarkirinê hene?

Parastina gelên herêmê, jiyana azad, rêxistinkirina civakê û parastina wê berpirsyariyên pêşîn ên hêzên me ye. Ji ber vê yekê rizgarkirina herêmên dagirkirin armancên me yên girîng e. Ji bo van armancan em têkoşînê xurt dikin. Gelê me yê koçber bûye di rewşên dijwar de dûrî warê xwe dijîn û siyasetên hovane li dijî wî tê kirin, her wiha li herêmê guhertina demografî tê kirin û sûc li dijî gelê me û jinên me tên kirin, wekî hêzên leşkerî em van tiştan qebûl nakin. Em ê hemû xebatan bikin da ku van armancan pêk bînin. Em ê pergala xwe ya parastinê xurt bikin û di qadên dîplomasî, leşkerî de bixebitin da ku van herêman rizgar bikin.

ANHA