​​​​​​​Ji bo piştgiriya serhildana li Îranê û şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn çalakî

Ji bo piştgiriya jinan a rojhilatê Kurdistanê û Îranê û şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn Kongra Star a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çalakiyeke prostestoyî dar xist.

26 kanûn, 2022   20:55
QAMIŞLO

Bi sedan jinên Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî hişmendiya baviksalariyê û şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn ku di encamê de jina pêşeng a Kurd Emîna Kara (Evîn), Mîr Perwer û Ebdurehman Kizil ji tevgera çandî şehîd bûn, li yarîgeha Heysem Keco ya Qamişlo çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Xwepêşandêran alên Kongra Star, wêneyên rêber Ocalan, Jîna Emînî û şehîd Sakîne Cansiz û pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” hildan.

Di serî de endama koordînasyona Kongra Star Reyhan Loqo 100 rojên tolhildana jinan a rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz kir û got: “Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, navenda şoreşa jinan, em silavên xwe dişînin tolhildana jinan a rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tolhildana ku heman dirûşma şoreşa me hilgirt “Jin, Jiyan, Azadî”.

Der barê komkujiyên ku zihniyeta baviksalarî li dijî jinan pêk tîne Rîhan got: “Mezinkirina jinan têkoşîna xwe bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî”, kursiya wan hejand ji ber wê tundiya xwe li dijî jinan zêdetir kirin û ew girtin. Îro jî ev li yek li Îranê diqewime.”

Têkildarî komkujiya Parîsê ya duyemîn de, Rîhan ev anî ziman: “Li Parîsê şehîd Evîn hat hedefgirtin ku li Kurdistanê li hember pergalên çewisandinê û çeteyên DAIŞ`ê tê dikoşiya.”

Rîhan destnîşan kir ku dê şoreşa jinan û têkoşîna wan berdewam bike.

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah jî, komkujiyên pergalên desthilatdar ên li dijî jinên şoreşger li rojhilatê Kurdistanê û Fransya şermezar kir.

Semer bang li jinan kir ku têkoşînê mezin bikin.

ANHA