​​​​​​​ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 27-12-2022

​​​​​​​ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 27-12-2022
26 kanûn, 2022   23:00

Bi dirûşma “Azadiya rêber Apo misogeriya çareserî û aştiyê ye” Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê li hola Zana ya Qamişlo konferansekê li dar dixe, saet di 09:00’an de (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê şehîdên mehên Mijdar û Berfanbarê yên ku di salên cuda de şehîd bûne li hola Reşo ya Hesekê bi merasîmekê bi bîr tîne, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kantona Kobanê ji bo malbata şehîd Perwîn Helinc a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, li gundê Helincê ya Kobanê sersaxiyê dixwazin, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê merasîma şervana HPG’ê şehîd Canda Îsmaîl a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye li gundê Werdiye yê Amûdê li dar dixe, saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên Olî yên Navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina komkujiya duyemîn a Parîsê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê didin saet di 10:00’an de, Kongra Star a Kobanê jî xwepêşandanekê li Navçeya Şêranê li dar dixe saet di 11:00’an de, her wiha Tevgera Jinên Ciwan a Hesekê xwepêşandanekê li pêşiya parka rêber Ocalan a taxa Nasira li dar dixe saet di 12:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û komkujiya duyemîn a Parîsê li Navçeya Sirînê xwepêşandanekê li dar dixin, saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Konê sersaxiyê yê şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê li navçeyên Çilaxa, Til Koçer û Til Birakê yên Qamişlo didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Dîb destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Reqayê berdewamiya planên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker e ku armanc jê têkbirina aramiya herêmê û vejandina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha bang li şêniyên Reqayê kir ku pabendî qedexeya derketinê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka MSD’ê ya Helebê Cîhan Mihemed destnîşan kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Kantona Şehbayê di hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker de ne tesaduf in; lê belê berê di çarçoveya koordîneyeke îstîxbaratî de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

General Dr. Nesir Salim ê ji Misirê, destnîşan kir ku Tirkiyê di avakirina endamên DAIŞ`ê de li ser erdê xwe roleke mezin lîst û paşê ew şandin Sûriyê û Iraqê. Her wiha diyar kir ku vegera DAIŞ`ê, wê wateyê dide ku projeya Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê pêk nehatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Salih Muslim, bang li dewleta Fransa kir ku divê Komkujiya Duyemîn a Parîsê cidî bigre û ji bo duristiya xwe îspat bike vê doze wekî ya berê nîvço nehelê ku pêşî li sûcên nû re venekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Berovajî hemû pêşbînan, vê carê nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ne demkurt û ne jî sînordar yan jî kêmbandor bûn mîna ku Rûsya pêşbîn dikir ku wê nakokî mîna 2014`an dema destwerdana girava Qirmê kir bilez bi dawî bibe. Wê demê civata navneteweyî ev destwerdan şermezar kir lê tiştek li dijî Rûsyayê nekir. (BI WÊNE)

Ev 10 sal in jinên Kurd ên li Ewropayê û TJK-E di bin dirûşmeya, “Em adaletê dixwazin” de çalakî û hewldanên ji bo darizandina berpirsyarên komkujiya Parisê dimeşînin. Tevî ku bi dehan daneyên şênber derketine holê ku kujerê pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin, bicih û biçêk kirin jî, heta îro dewleta Fransayê hesab ji sûcdarên vê komkujiya siyasî nepirsiye. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Desteya Tenduristiyê di 2022′yan de nexweşxane û navendên tenduristiyê vekirin, di heman demê de şaredariyên gel projeyên qîrkirina zêdetirî 400 kîlometere ji rêyan û projeyên din xebitî ku destkeftiyên mezin tên hesibandin. (BI WÊNE)

ANHA