Bandora nakokiyên Rûsya û Ukraynayê û rola Tirkiyê- Sîvan SEÎD

Bandora nakokiyên Rûsya û Ukraynayê û rola Tirkiyê- Sîvan SEÎD
27 kanûn, 2022   05:36

Berovajî hemû pêşbînan, vê carê nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ne demkurt û ne jî sînordar yan jî kêmbandor bû mîna ku Rûsya pêşbîn dikir ku wê nakokî mîna 2014`an dema destwerdana girava Qirmê kir bilez bi dawî bibe. Wê demê civata navneteweyî ev destwerdan şermezar kir lê tiştek cidî li dijî Rûsyayê nekir. 

Rûsya pêşbîn kir ku di Sibata 2022`yan de, wê bilez û bez êriş çend herêmên din li rojhilatê Ukraynayê bike û tev li sînorên xwe bike. Lê vê carê, berteka DYA û Yekitiya Ewropayê û heta NATO`yê cuda bû.

Bêguman, encamên vê nakokiyê ne tenê li niştecihên Ukrayna, Rûsya lê belê li YE``yê jî bandor kir nexasim têkildarî îmdadên enerejiyê ber bi Ewropayê ve. Di rastiyê de nakokiya heyî, xwedî encamên neyînî yên pirdûrahî bû li seranserî cîhanê.

Em dikarin bêjin ku ev nakokî, bûyera herî bandor a 2022`yan bû. Metirsiyeke mezin heye ku şerekî nukleerî di navbera Rûsya û rojava de pêk were. Her wiha xetereyeke cidî li ser xwarinê û enerjiya pêwîst a germkirinê ya ji bo piraniya niştecihên Ewropayê heye. 

Di vir de, pirs ne li ser kî şaş e yan jî kî rast e. Di rastiyê de tu aliyeke nakokiyê ne mafdar e. Ev nakokî, ne nakokiya di navbera gelên ukraynî û rûsî de ye lê belê şerê di navbera dîktetoriya çavbirî ya (Vladimir Pûtîn) e ji bo vegerandina statuya Rûsya di cîhanê de nexasim piştî hilweşîne, Yekitiya Sovyêt, derbasbûna 3 serdemên rûreşkirina Rûsya ye û serokê Ukrayna Vlodomir Zelensky de ye ku bûye qeşmerekî biçûk û ketiye bin hegemoya NATO`yê.

Ez dikairm bêjim ku ji sedî 99 gelên rûsî û ukraynî li dijî vê nakokiyê ne. Di rastiyê de ew vîna NATO û Pûtîn e da ku vê nakokiya tevlihev, dest pê bike.

Lê pirsa herî guncew ji vê şîroveyê re, kî sûd ji vê nakokiyê digire? Bêguman, em dikarin fêm bikin ku ev nakokî têkiliya wê bi hemû bûyerên biçûk ên li deverên cuda yên cîhanê rû didin re hene. Mîna aloziya li Taywanê, Kosovo, tevliheviya li Rojhilata Navîn, xwepêşandana gelê Îranê li dijî pergala Melalî.

Li aliyekî din, li gorî daneyên çavkaniyekî pêbawer ê saziya Bloombergê, dirava inglîzî lîreyê sterlînî derdora ji sedî 20 nirxê xwe winda kiriye, Euro jî derdora ji sedî 17. Lêçûna peydakirina xwarin, sotemenî û enerjiyê ji beriya destpêkirina nakokiyê bihatir bûye.

Windakerê sereke heta niha, gelê ukraynî ye ku erdên berfireh ji dest dan. 8 milyon kes di nava welêt û Ewropayê de berbelav û koçber bûn. Bi sedan anku bi hezaran kes bûn qurban. Gelê rûsî jî, bi awayekî mezin hat paşguhkirin, li seranserî cîhanê rastî astengiyên aborî hatin. Kesad dest pê kir, bazirganî bi cîhanê re hêdî bû. Ji wê zêdetir, navûdenga Pûtîn û desthilata wî ya çewisandinê, wê qet venegere mîna beriya nakokiyê.

Li aliyekî din, li gorî Brîtanya û Ewropayê, DYA kêm zirar ji vê aloziyê dît ku bandor li aboriya wê kir û bidestxistina enerjiyê dijwartir kir. Herî dawî, aliyê bihêz û bingehîn ê vê hevkêşeyê Cîn e. Em dikarin bêjin, li gel vê tevliheviyê, heta niha Çînê tiştek ji dest nedaye. Tenê firsenda herî baş bi dest xist, deriyên nû li pêşê vebûn ji bo ku cîhanê bixe bin hegemoya xwe bi rêya peydakirina projeyên aborî û binesaziya herî baş ji Rojhilata Navîn, başûr û navîna Asya û parzemîna Afrîkayê re. Yanî her du hêzên mezin Çîn û DYA bi berdewamkirina vê nakokiyê re kêfxweş in.

Ji bo Rojhilata Navîn jî, alozî mîna berê berdewam kirin. Ji ber hebûna çîniyan li herêmê, derfet heye ku alozî bi rêbazeke din bê sazkirin. Bêguman, nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de dibe bi awayekî zelal bandor li vê serdema nû ya birêvebirina aloziyan di navbera hêzên cîhanî û herêmê li Rojhilat Navîn de bike.

Tirkiyê jî wek hêzeke navîn a herêmî; yek ji wan dewletan e ku têkiliya wan a yekser bi nakokiyê re heye ji ber ku cîranê her du welatan e û listikvanê sereke ya li ser Deryayê Reş e. Di dîrok de, ji bilî împeratoriya osmanî, hegemonyeke mutleq li ser Deryayê Reş nebû. Niha Tirkiyê, roleke cidî di Deryayê Reş de di aliyê siyasî û bazirganî de dilîze nexasim di aloziya Rûsya û Ukraynayê de. Tevî wê, parastina hevsengiyê di navbera Nato û Rûsya de ji bo Tirkiyê ne hêsan e. Tevî ku encamên nakokiyê li ser aboriya Tirkiyê dijwar bûn, lê gelek firsend ji Erdogan re çêkirin ku hegemoyê li YE û NATO`yê bike têkildarî tevlêkirina Fînlanda û Swêdê ya NATO`yê. Ruxmî ku Ewropa baş dizane ku Tirkiyê sponserê terorê û piştevanê komên tundraw ên li herêmên cuda yên cîhanê ye.

Berovajî wê tevî wan firsendên erênî, lê bandora Tirkiyê li Rojhilata Navîn kêmtir bû. ji ber ku nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de kesayet û dewletên di vê dawiyê de li herêmê çalak bûn, derxistin pêş.

Îran û dewletên ereb hevrikên bi hêz ên Tirkiyê li herêmê ne. Erebistana Siûdî hewl dide ku li hember hegemoya DYA li ser dewletên kendavê, aliyeke nû birêve bibe. Ev nîşane, piştî destpêkirina bidawîbûna statûya dewletên rojava û jidestdana baweriyê bi DYA`ê xuya bû. Her wiha dewletên ereb dest pê kirin ku têkiliyên bi Çînê re xurttir bikin ku alternatîfê hêzên rojavayî be.

Doza kurd û rêbaza danûstandina Tirkiyê bi niştecihên kurd re li Tirkiyê û derveyî wê, berê, niha û pêşerojê, xuyaye ku siyaseta Tirkiyê heman e.

Madem dewleta Tirk bi doza kurd re weke mijareke ewlehiyê dide û distîne ku hewl dide herêmên din dagir bike ku piraniya niştecihên wê kurd in, doza Kurd dê astengiya herî mezin li pêşiya pêşketin, geşkirina siyasî, aborî, şaristanî be. Ev mijar girêdayî pêşketin, ewlehî û îstiqrara li herêmê bi giştî û Tirkiyê bi taybet e.

Di rewşeke wiha de, Tirkiyê nikare fêlebaziyê di navbera rojava û rojhilata de û bêguman di navbera Çînê û Rûsyayê de berdewam bike. Ji niha û pê de, rola jeostratejîk a Tirkiyê nikare rolek di ji nû sazkirina herêmê de bilîze, mîna beriya destpêkirina nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de.

Ji ber wê, encama hilbijartinên 2023`yan, heke Erdogan tu tevliheviyekê çêneke û dereng nexe, dê pîvan di navbera gelê Tirk û hikumeta AKP`ê de be li şûna ku bibe firsendek ku Tirkiyê bibe navbeynkar di navbera Rûsya û Ukraynayê de li Deryayê Reş.

Profesorê hevbeş ê lêkolînên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Shanxi ya çînî û lêkolerê zanîngeha Exeter a Brîtanyayê Dr.Sîvan Seîd.