Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa operasyon da destpêkirin

Êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li hemberî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê hat têkbirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê operasyon da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqa operasyon da destpêkirin
26 kanûn, 2022   09:46
REQA

Şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê îro (26`ê Kanûnê) di saetên nîvro de êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li bakur rojavayê bajarê Reqayê kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, Hêzên Ewlekariyê bersiv da êrişkaran û êriş têk bir. Li derdora taxê operasyona lêgerîn û paqijiyê hat destpêkirin.

ANHA