​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombe, mayîn û gelek madeyên diziyê destser kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo, komeke madeyên diziyê, bombe û mayîn di malên sûcdarên xetere de li bajarê Qamişlo desteser kirin. Hêzê destnîşan kir ku dest wan sûcdaran di kiryarên xayinî, sûcên cinayî de hene ku têkbirina ewlehiya herêmê armanc dikin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombe, mayîn û gelek madeyên diziyê destser kirin
25 kanûn, 2022   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 22`yê Kanûnê de operasyoneke serdegirtinê li cihên ku êrişkerên xetere xwe veşartibûn li dar xist.

Hêzê li ser malpera xwe ev daxuyanî daye: “Êvara pêncşemê, 22`yê Kanûnê, Hêzên Operasyonê li bajarê Qamişlo bi cihên veşartî yên sûcdarên xeternak de girtin ku doz lê hatine vekirin. Di encamê de pevçûn di navbera Asayîş û sûcdaran de derket. Di encama pevçûnê de yek ji wan sûcdaran hat kuştin û 6 kesên din hatin girtin û 4 ji wan reviyan.

Îro yekşemê, 25`ê Kanûnê, di pêvajoya şopandina kesên firar û serdegirtina malên wan de hejmareke mezin ji tiştên ku dizîne, tevî damanceyekê û hejmarek bombeyên destan, her wiha mayînên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin hatin desteserkirin.

Tiştên ku hatine desteserkirin giraniya xeteriya wan sûcdarên firar yên ku destên wan di tawanên cînayî û çetetî de hene xuya dike ku bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê ne. Li gorî vê yekê hêzên me dest ji şopandina wan bernadin heya ku ew bên girtin û darizandin.”