Li Girkê Legê şehîd hatin bi bîranîn

76 cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Girkê Legê hatin  bi bîranîn.

Li Girkê Legê şehîd hatin bi bîranîn
25 kanûn, 2022   13:45
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Girkê Legê  ji bo 76 şoreşgerên ku di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne, merasîmê bîranînê li dar xist.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rêmîlan bi beşdarbûna bi sedan malabtên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser 76 şehîdan hate pêşandan. Piştre nasnameyên wan hatin xwendin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA