Dayikan ji bo şehîdên komkujiya Parîsê stran gotin

Dayikên ku serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê hatiye vedan kirin, bi stranan hestên xwe anîn ziman.

Dayikan ji bo şehîdên komkujiya Parîsê stran gotin
25 kanûn, 2022   13:37
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo yê îro ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer û welatparêzê bi navê Abdullah Kizil ku 23'yê Kanûnê li Parîsê hatin qetilkirin, konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan welatiyan serdana kon kirin û hêrsa xwe anî ziman, soza şopandina şehîdan da.

Yek jî dîmenên ku di bin kon de bal kişand jî, komek dayikên şehîd û gerîlayên azadiyê bû. Dayikan bi stranên xwe hem hestên xwe vegotin, hem jî biryardariya xwe ya ji bo şopandina şehîdan nîşan da.

ANHA