ʹEm ê têkoşîna li dijî tevgerên dijberî jinan xurt bikinʹ

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Yekitiya Jinên Êzidî Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û got: "Ev komkujî nîşaneya lawazbûna hêzên dijberên tevgerên jinan e."

ʹEm ê têkoşîna li dijî tevgerên dijberî jinan xurt bikinʹ
25 kanûn, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî Komkujiya Duyem a Parîsê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Yekitiya Jinan a Êzidî daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniya Rêxistina Sara de hate gotin, di 23′yê Kanûnê de çekdarekî êrişî Navenda Amhet Kaya ya Çanda Kurdan a li paytexta Fransayê Parîsê kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û hin birîndar bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiya duyemîn hemwextî nêzîkbûna salvegera 10ʹemîn a komkujiya yekemîn pêk hat ku MÎTʹê di sala 2013ʹan de li dijî her sê jinên şoreşger ên Kurd, Sakîne, Fîdan û Leyla pêk anîbû.

Rêxistina Sar ev komkujî şermezar kir û bang li hikumeta Fransayê kir ku yekser sûcdaran eşkere bike, wan ceza bike û  rastiyê ji raya giştî re ragihîne.

Yekitiya Jinên Êzidî jî ev komkujî şermezar kir û got Komkujiya Duyem a Parîsê nîşaneya lawazbûna dewletên dijberî tevgera jinan e.

Yekitiyê destnîşan kir ku ev komkujî, bi nêzbûna salvegeara 10′an a Komkujiya Yekem a Parîsê pêk hat.

Yekitiyê di dawiya daxuyaniya xwe de soza xwe li hember tevahî şehîdên tevgera azadiyê nû kir û got ew ê têkoşîna xwe li dijî dijberên tevgera jinê dewam bikin û li hember her kesên hewl bidin derbeyê li destkeftiyên wan bidin, bisekinin.

(fr)

ANHA