Li 4 bajaran ji bo şehîdên komkujiya Parîsê konên taziyê hatin vedan

Li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê ji bo şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê konên taziyê hatin dayîn.

25 kanûn, 2022   13:34
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê; Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û Ebdurehman Kizil konê taziyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan vegirt. Taziyê wê du rojan were qebûlkirin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo herikîn bin kon.

Di bin konê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Îsam Îbrahîm axivî, di şexsê şehîdên komkujiya duyemîn a Parîsê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Beriya 9 salan komkujiyeke li dijî têkoşer Sakîne Cansîz û hevalên wê pêk anîn. Îro dîrok xwe dûbare dike. Ji aliyê heman zihniyetê ve komkujiyeke din li dijî Kurdan hate kirin."

Îsam Îbrahîm anî ziman ku eger hikumeta Fransayê bê helwest bimîne ev dide diyarkirin ku di komkujiyê de hevkar e.

Endamê PYDʹê Silêman Ehmed jî axivî, bal kişand ser bêdengiya rêxistinên hiqûqî ya li hemberî sûcên li dijî Kurdan û got: "Ev ne cara yekemîn e ku jinên pêşeng, kesayetên welatparêz û hunermend li Parîsê tên hedefkirin. Heta niha hesabê her du komkujiyan nehatiye pirsîn."

Ehmed anî ziman ku dewletên Ewropayê bûne cihên asîmîlekirin û qirkirina gelan, bi taybet gelê Kurd.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Elî axivî, soza domandina xeta têkoşînê û rakirina tola şehîdan da.

Hevseroka TEV-DEMʹê Rûken Ehmed jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Emîne Kara (Evîn) û  wiha got: "Dema em behsa şehîd Evîn dikin divê em balê bikişînin ser rihê wê yê welatparêziyê û girêdana wê ya bi nirxê gelê xwe ve. Şehîd Evîn bi salan di nava tevgera azadiyê de têkoşîn kir û di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girt. Di sala 1994ʹan de dewleta Tirk a faşîst êrişî gundên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê kir û bi sedan malbatên Kurd koçber kirin. Evîn yek ji wan jinên ku ev zulm qebûl nekir. Li ser vê tev li tevegera azadiyê bû da ku tola şehîdan hilîne. Bi destpêka şoreşa 19ʹê Tîrmehê re, Evîn tev li refên şoreşê bû û roleke sereke di avakirina komîn û meclis û pêşxistina jinan de list."

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/03F1YhOrD1s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî konê taziyê li ber navenda xwe vegirt. Ji navçeyên Dêrik, Koçerat û Beravê bi sedan kes berê xwe dan kon.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ciwan Hesen diyar kir ku komkujiya li Parîsê sûcek li dijî miroviyê ye û got: "Divê em hemû xeta şehîdan biparêzin, xwe li gorî felsefeya rêber Ocalan pêş bixin da ku planên li dijî ramanê rêbertî têk bibin."

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eFdUROjof5k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Amûdê jî Meclisa Malbatên Şehîdan kon li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veda.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê axivî û got: "Em bêdeng namînin. Fedaîyên rêber Ocalan destanên qehremaniyê li hemberî siyasetên dewleta Tirk a faşîst a Tirk dimeşînin.

Dawê soza şopandina xeta şehîdan da.

Endama Meclisa PYDʹê ya Amûdê Minewer Xalid jî anî ziman ku dewleta Tirk dijminê jinan e, mînaka herî nêzîk komkujiyên Parîsê ne. Minewer Xalid soza şopandina xeta azadiyê jinan da.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Newroz Elî destnîşan kir ku komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê ne tesaduf in, lê belê siyaseteke ku armanc jê qirkirinan Kurdan e. Newroz Elî bang li hikumeta Fransayê kir ku rastiyê komkujiyê eşkere bike û kesên li peyî wê ceza bike.

Endama rêveber a Kongra Star a Amûdê Celîla Xelîl got, komkujiya duyemîn a Parîsê berdewama komujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê ye û got: "Divê em li hemberî van komkujiyan bisekinin û tola şehîdên xwe rakin."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana gerîla û rêber Ocalan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e9ttUFwqWVQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê konê sersaxiyê li pêşiya Peymangeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdeyê vegirt.

Bi dehan şênî herikîn bin kon û komkujî şermezar kir.

Taziyê wê heta sibe (Duşemê) were qebûlkirin.

ANHA