​​​​​​​Ji ber êrişan bi hezaran xwendekarên gundewarê Minbicê bê perwerde ne

Çavêdêr Perwerdeyê yê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Minbicê û gundewarê wê Osama El Ehmed got ji ber êrişên ji 19`ê Mijdarê ve berdewam in, bi hezaran xwendekarên gundewarê Minbicê bê perwerde ne û gelek dibistanên li ser sînor hatin girtin.

​​​​​​​Ji ber êrişan bi hezaran xwendekarên gundewarê Minbicê bê perwerde ne
25 kanûn, 2022   01:40
MINBIC- ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker bi domdarî bakur û rojavayê Minbicê topbaran dike. Di encamê de zêdetirî 2 hezar û 735 xwendekar bê perwerde ne û ji ber hedefgirtina yekser, 15 dibistan hatin girtin.

Têkildarî wê, welatiyê bi navê Hisên El Derec ê ji gundê El Derec ku eniyên şer ê Minbicê ye, diyar kir ku dibistana El Şemdan ê gund rojane ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbarankirin.

/kr/uploads/files/2022/12/24/191235_-.webp

Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk di topbaranên xwe de mezin û biçûkan jev venaqetîne, zarokên gund ditirsîne û wan ji perwerdeyê bê par dihêle. Hisên axaftina xwe dewam kir û got; “Kanî rêxistinên mafên zarokan? Kanî rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin?”

El Derec di dawiya axaftina xwe de sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê red kir û destnîşan kir ku ew axa xwe bernadin û wê radestî dewleta Tirk nakin.

/kr/uploads/files/2022/12/24/191217_-.webp

Di heman çarçoveyê de, çavdêrê perwerdeyê yê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Minbicê Osama El Ehmed diyar kir ku dewketa Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê didomîne, binesazî, nexweşxane, dibistan û mizgeftan dike hedef.

El Ehmed da zanîn dewleta Tirk a dagirker yekser dibistanan topbaran dike û wiha domand: “Topbaran bi awayekî neyînî bandor li sektora perwerdeyê kir. Xetereyeke mezin heye ji ber ku dibistanên li gundên ser sînor, li nêzî eniyên şer in. Di encamê de dibistan hatin girtin û bi sedan xwendekaran bê perwerde mane.”

El Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk di êrişên xwe de dibistan û xwendekaran dike hedef.

El Ehmed got: "Di vê demê de hewcdarî bi şêwirmendên piskolojî ji bo zarokên gundên ser sînor çêbûye, ji ber ku di encama êrişên dewleta Tirk de nikarin xwendina xwe berdewam bikin û tirs di nav wan de belav bûye.”

El Ehmed hewldanên Rêveberiya Giştî ya Dibistanan silav kir û got: "Rêveberiyê kedeke mezin da, heta ku xwendekarên li herêmên li eniyên şer biparêze ku dibistan vala kirin û li şûna wê cihên din peyda kir da ku xwendekar perwerdeya xwe temam bikin. "

El Ehmed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî nirxên mirovahiyê ye ku ax, mal û dibistanan wan dike hedef. El Ehmed ev sûcên dewleta Tirk bi teror wesifand û got: “Her çiqas êriş dijwar bibin berxwedana me berdewam e.”

(dm)

ANHA