​​​​​​​Bi hêviya vegerê, efrînî bi hemû rêbazan li ber xwe didin

Koçberekî efrînî jiyan vegerandin malekê ku dema çeteyên DAIŞ`ê kantona Şehba dagirkiribû, wêran kiribû. Bi sererastkirinê malê re, peyameke wisa da ku vîna jiyanê bi hêztir e û ji bin kavilan, hêvî şîn dibe.

​​​​​​​Bi hêviya vegerê, efrînî bi hemû rêbazan li ber xwe didin
25 kanûn, 2022   03:30
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN- ALAN REŞÎD

Koçberên Efrînê yên ku di kamp û malên rûxandî de li Şehbayê dimînin ji ber siyaseta hikumeta Şamê û ya dewleta Tirk û çeteyên we ji 5 salan ve, di nava şert û mercên dijwar de ne.

Ji ber şerên ku beriya çend salan li Şehbayê qewimîne dema DAIŞ herêm dagir kiribû binesaziya Şehbayê bi temamî hatiye rûxandin.

Tevî wê Firqeya 4`an a hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser Şehba û koçberên Efrînê ferz dike. Her wiha ji beriya 3 mehan ve ketina sotemeniyê, xwarin û dermanan qedexe dike.

/kr/uploads/files/2022/12/24/191055_-.webp

Para herî mezin a siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk ku li dijî koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimeşîne, ya welatiyê bi navê Elî Hesen bû. Hesen di maleke rûxandî de dimîne ku tê de pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê tun ye.

Li gorî Hesen di zivistanê de avê baranê derbasî odeyê dibû, ji ber wê bi alîkariya keçên xwe ku temenê wan 10 salî derbas nake, ji kavilan odeyeke din ava kir da ku xwe û malbata xwe ya ji 8 endaman pêk tê, bisitirîne.

Hesen destnîşan kir ku min bi sed hezaran efrînê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bajarê wan dagir kir, koçber bûn, ji wê demê ve di malên nîvruxandî de ku jiyan lê nabe, şert û mercên dijwar derbas dikin.

Hesen wiha domand: “Em hewl didin ji nav vê kavilê jiyanê zindî bikin. Em li hember van pirsgirêkan, bi dilekî fireh disebirin. Bi hêvî ne ku vegerin bajarê xwe piştî ku rizgar bibe.”

Hesen daxuyand ku gelek koçberên Efrîn hene, li gundê Til Şiîr ê navçeya Fafînê dimînin û di malên nîvruxandî de zehmetiyan dikişînin.

Têkildarî dorpêça li ser herêmê Hesen siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî herêmê şermezar kir ku nahêle derman, sotemenî û xwarin derbasî herêmê bibe.

Ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê ferz kiriye, malbata Hesen xwarinê li ser madeyên blastîk dipêje ku li ser jiyana mirov xetere ne.

Hesen di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew dê li hember vê dorpêçê li ber xwe bidin.

(dm)

ANHA