​​​​​​​Di nava du salan de komkujiyên dewleta tirk ên li dijî Kurdan

Dewleta Tirk a dagirker şerekî qirkirinê di astên herî bilind de li dijî hebûna Kurdan dimeşîne. Komkujiya duyemîn a Parîsê qet ji komkujiya Konyayê ku faşîstên Tirk pêk anîne û komkujiyên din ên li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê ne cuda ye.

​​​​​​​Di nava du salan de komkujiyên dewleta tirk ên li dijî Kurdan
24 kanûn, 2022   23:38
KOBANÊ – ZANA SÎDÎ

Di 2021’ê de, hemwextî ku gerîla li Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî dihatin hedefgirtin, faşîstên nijadperest ên Tirk bi awayekî hovane li bajarê Konyayê êrişî malbateke Kurd kir. Sûcdarên ku ev komkujiya hovane pêk anîne, dirûşmên “Nabe Kurd li vir bijîn” berz kirin.

Wê demê aliyên siyasî yên Kurd hikumeta dewleta Tirk a dagirker û pergala wê ya dadgeriyê bi vekirina derfetê ji bo pêkanîna sûcan li dijî gelê Kurd sûcdar kir.

Di meha Hezîranê de aktîvîsta Kurd Deniz Boyraz li avahiya HDP`ê ya  li bajarê Izmîrê bi 6 guleyan hate şehîdxistin û laşê wê di nav gola xwînê de ma. Gurên Boz ku tevgereke netewperest a Tirk e, li paş wê êrişê bû.

Beriya wê bi 2 hefteyan jî, 5 nîjadperestên Kurd êrişî ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çakan  (20) kir û  bi awayekî hovane bi kêran wî qetil kir, ji ber ku wî li parkeke Enqereyê li stranên Kurdî guhdar dikir.

Beriya vê bûyerê bi mehekê jî, çapemeniya Tirk bûyera êrişa li dijî temenmezinê Kurd ê bi navê Ekrem Îldir parve kir ku li herêma Çanakkaleyê ya rojavayê Tirkiyê pêk hatibû.  Ekrem Îldir ê li gel hevjîna xwe li nexweşxaneyê bû ji ber ku bi zimanê kurdî diaxivî, tirkên nîjadperest êrişî wan kirin û sloganên mîna “Na ji parçekirina Tirkiyê re” bez kirin.

Dîmenên êrişên li dijî malbatên Kurd li bajarên Tirkiyê êdî bûye tiştekî dubarekirî. Xîtabê nefretê, û fitneyê di daxuyaniyên hikumeta Tirkiyê de bû sedem ku raya giştî ya Tirk li her derê, li dijî Kurdan bi hêrs be û sûcdar û qatil nayê darizanin. Çavdêrên hiqûqî dibêjin desthilata Tirk mîna ku sûcdaran xelat dike.

Terora dewleta Tirk a dagirker sînor derbas kirin. Di şeva 17’ê Gulana borî de. Welatiyê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê kesên têkiliyan wan bi îstîxbarata Tirkiyê re hene, li pêşiya xwaringeha xwe ya li kolana Bextiyar a Silêmaniyê hat hedefkirin û bi giranî birîndar bû. Zekî Çelebî piştî çend saetan ji êrişê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Heta niha kujerên nehatine girtin.

17’ê Hezîranê 2021ʹê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kelar ê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê siyasetmedarê Kurd ku yek ji stûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye Ferhad Şiblî kir hedef û di encamê de şehîd bû.

Si 4'ê Cotmehê de Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen-rojnamevan Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê li ber mala xwe di encama êrişa îstîxbarata dewleta Tirk de hat qetilkirin.

Bi sedan gund û bajarên Kurdan ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê yên li ser sînorên Tirkiyê ji topbaran û wêrankirinê bêpar neman. Dweleta Tirk di van êrişan çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar tîne.

Şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hebûna Kurdan dimeşîne berfirehtir dibe, komkujiya Parîsê ya duyemîn jî nîşana vê yekê dide ku peyama wê ev e “Kurdekî li ser rûyê erdê aram nemîne”.

Tevî ku hikumeta Fransayê heta niha aliyê li paş komkujiyê eşkere nekiriye jî, lê belê gelê Kurd baş dizane ku dewleta Tirk  e.

Ji ber wê jî, gelê Kurd bang li hikumeta Fransayê kir ku sûcdarên komkujiyê ji bo raya giştî eşkere bike, ji ber ku li seranserî cîhanê jiyana hemû Kurdên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ket metirsiyê.

Hikumeta Fransayê heta niha delîlên zelal der barê komkujiya Parîsê ya 2013’an de nedane, ku wê demê îstixbarata Tirk 3 jinên têkoşer ên Kurd; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şehîd xistin.

Bi dehan rapor û belge nîşan didin ku bajarên Tirkiyê bûne jêdera komên tundraw. Tevî hemû bûyerên qetilkirinê yên ku îstixbarata Tirk li Ewropayê pêk tîne, lê piraniya bûyerên terorîst ku li Ewropayê rû dane, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatine kirin.

 (mh)

ANHA