​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2022`YAN
24 kanûn, 2022   23:00

Rûspiyên êlên ereb ên navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin, li pêşiya Navenda Çanê ya navçeyê dauxyanî dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo çalakiya konvedanê li dar dixe. Di heman çarçoveyê de, li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrirkê û li pêşiya Peymangeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdeyê ya navçeya Girkê Legê çalakiyên konvedanê li dar dikevin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn ji Qada Şehîd Mesûm dest bi xwepêşandanê dikin. Her wiha şêniyên navçeya Til Birakê ji çerxerêya El Firin dest bi xwepêşandanê dikin. li Tirbespiyê, şênî derdikevin xwepêşandanê û paşê çalakiya konvedanê li dar dixin saet di 11:00`an de. Li navçeya Til Hemîsê şênî derdikevin xwepêşandanê saet di 12:00`an de. Di heman çarçoveyê de, li Hesekê xwepêşandan li dar dikeve saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn û ji bo bîranîna şehîdan li pêşiya avahiya ciwanan ya Qamişlo çalakiyekê li dar dixe saet di 11 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê, ji bo bîranîna 76 şehîdan ku di mehên Îlon, Mijdar, Cotmeh û Kanûnê de şehîd bûne, merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Firatê, ji bo bîranîna 6 şehîdan ku di 2021`an de di êrişeke balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de şehîd bûne, meşekê li dar dixe ku ji pêşiya mala hatî hedefgirtin dest pê dike saet di 16:30`an de. Li Minbicê jî ciwan ji bo bîranîna şehîdan xwepêşandekê li dar dixin saet di 16:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker li dijî hebûna Kurdan şerekî qirkirinê di astên herî bilind de dimeşîne. Komkujiya Parîsê ya duyemîn qet ji komkujiya Qonyayê ku faşîstên Tirk pêk anîne û komkujiyên din ên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê ne cuda ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çavêdêr Perwerdeyê yê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Minbicê û gundewarê wê Osama El Ehmed got ji ber êrişên ji 19`ê Mijdarê ve berdewam in, bi hezaran xwendekarên gundewarê Minbicê bê perwerde ne û gelek dibistanên li ser sînor hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberekî efrînî jiyan vegerand malekê ku dema çeteyên DAIŞ`ê kantona Şehba dagirkiribû, wêran kiribû. Bi sererastkirinê malê re, peyameke wisa da ku vîna jiyanê bi hêztir e û ji bin kavilan, hêvî şîn dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Tevî hemû zehmetiyên jiyanî û êrişên domdar jî jinan di sala 2022’an de di gelek waran de destkeftî bi dest xistin. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû felsefeyeke cîhanî. (BI WÊNE)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Moskovê careke din dest bi şerekî dîplomatîk li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û helwesta xwe ya tund a li hember dirêjkirina dema mekanîzmaya navneteweyî ya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re heta 6 mehên din di rêya Bab El Hewa ya di bin serweriya çeteyên " Cebhet El Nusra" de ragihand. Serokwezîra Îtalyayê ji bo serdana xwe ya yekemîn a fermî ya li derveyî Ewropayê giranî da Iraqê û çavê li petrol û gaza Iraqê ye.

ANHA