Wezîrê edaletê yê Fransayê: Fransa xemgîn e

ANF`ê bi bîr xîst ku wezîrê edaletê yê Fransayê, piştî komkujiya 23’ê Kanûnê li Parîsê pêk hatî, bi nûnerên Kurdan re hevdîtin kir.

Wezîrê edaletê yê Fransayê: Fransa xemgîn e
24 kanûn, 2022   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF`ê wezîrê edaletê Erîc Dûpond-Morettî, serdana şandeyek ji Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) qebûl kir.

Wezîr di civîna bi nûnerên Kurdan re li dar xistiye de, wiha got: “Beriya her tiştî me ji nîşakirina piştgiriya xwe ya ji bo hemû Kurdan, ev hevdîtin pêk anî.”

MORETTI: FRANSA XEMGÎN E

Wezîr wiha got: “Ez bi malbat û xizmên wan difikirim. Fransa xemgîn e. Nirxandina binpêkirinên mafan, tenê di rayedariya rayedarên edlî de ye. Li gorî hêmanên ku lêpirsîn û lêkolînan derxistî holê, ev nasandin dibe bê guhertin. Dixwazim dîsa bi bîr bixim ku cezayên ku bînin heman e.”

Wezîr spasiya welatiyên Kurd kir û got bi komeleyên Kurdan re piştevaniyeke bi hêz danîne.

DOZGERIYÊ WEKE SÛCEK EDLÎ, LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN

Dozgeriya Parîsê piştî êrişa ku 3 aktîvîstên Kurd di encam de hatin qetilkirin, li şûna “êrişa terorîst” di çarçoveya sûcê “komkujiyên nîjadperest” de weke “bûyerek edlî” lêpirsîn da destpêkirin.

MELENCHON: EV ÊRIŞEK TERORÎST E

Kurdan û nûnerên partiya siyasî ya çepgir bertekên tund nîşanî vê, pênaseyê dan. Endamê berê yê Serokkomariyê û lîderê partiya La France Insoûmmîseyê Jean-Lûc Melenchon, got li vir tesaduf nîn e, ev êriş “sûîqast e.”

Melenchon komkujiya berî 10 salan bi bîr xist û got: “Ev çalakiyek terorîst e û em dixwazin Dozgeriya Antî-Teror a Neteweyî lêpirsînê bide destpêkirin.”

Ji berdevkên CDK-F’ê Agît Polat jî got ku Agît Polat ê berdevkekê CDK-F’ê, got: "Nexistina nav lêpirsînê ya aliyê bi terorîstî yê êrişê û ketina hewila qanihkirina me pê ku ev êriş ji aliyê rastgirekî ve hatiye kirin, nabe ku mirov qebûl bike."