​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn

Desteya Çandê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê salvegera duyemîn a wefata hunermend Mihemed Elî Şakir bi bîr anî û li bajarê Qamişlo şavbuhêrkek hunerî û wêjeyî li dar xist.

​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
​​​​​​​Hunermend Mihemed Elî Şakir li Qamişlo hate bibîranîn
24 kanûn, 2022   18:26
QAMIŞLO

Desteya Çandê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera duyemîn a wefata hunermend Mihemed Elî Şakir şavbuhêrkek hunerî û wêjeyî li dar xist.

Malbata hunermend Mihemed, hevalên wî, bi dehan rewşenbîr û wêjevan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li rojavayê Qamişlo beşdarî şevuihêrkê bûn.

Hevalê hunermend, Omer Evdikê kêfxweşiya xwe bi hebûna beşdaran anî ziman û bal kişand ser wê yekê ku di gel rewşên dijwar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî herêmên dagirkirî, dîsa jî beşdariya şêniyên herêmê ku îro li vir kom bûne hêviya pêşerojeke geş dide.

Evdikê lê zêde kir ku wî di sala 1973'yan de hunermend Mihemed Elî Şakir nas kiriye û wî ji hunerê bi hemû beşên wê pir hez dikir, her wiha karên din jî wek bazirganî, pîşesazî û karên din dikir da ku debara xwe bike.

Hunermend Semîr Orkêş ê ji navçeya Amûdê axivî û behsa demên ku bi hunermend Mihemed re derbas kiriye û astengiyên ku pê re derbas dibûne piştî ji Serêkaniyê derketiye, kir. Orkêş qala gotinên hunermend Mihemed Elî Şakir kir.

Di çalakiyê de endama Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Anahîta Sîno helbest xwendin. Her wiha Kawa Kalî û Mamo Ebdurehmen berhemên xwe pêşkêş kirin û paşê sînevîzyonek têkildarî jiyana hunermend Mihemed Elî Şakir hate pêşandan.

Di dawiya şavbuhêrkê de stranên hunermend Mihemed Elî Şakir ji aliyê hunermendên kurd Sumeya Mihemed, Selman Ibrahîm û Hocîn Telo ve hat pêşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hunermendê Kurd û endamê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Elî Şakir di 24'ê Kanûna 2020'an li bajarê Qamişlo çû ser dilovaniya xwe û li bajarê Amûdê hate veşartin.

(dm)

ANHA