Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk gundên Tirbespiyê bombebaran kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gelek gundên bajarê Tirbespiyê bombebaran kirin û di wan êrişan de, mal û milkên sivîlan dikin hedef.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk gundên Tirbespiyê bombebaran kirin
24 kanûn, 2022   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe fermî daxuyaniyek weşand û tê de got:

“Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de ku sivîlan dike hedef, pîvanên mirovî û exlaqî bin pê dike ku bi rêya balafirên bêmirov mal û milkên sivîlan dike hedef.

Îro dewleta Tirk a dagirker gundên Girê Siwêr, Girê Pirê û Tiweyêl ên bajarê Tirbespiyê bi balafirên bêmirov kirin hedef. “

(şx)