​​​​​​​Panorama hefteyê: Têkildarî gihandina alîkariyan ji bo Sûriyê nakokî hene

Moskovê careke din dest bi şerekî dîplomatîk li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û helwesta xwe ya tund a li hember dirêjkirina dema mekanîzmaya navneteweyî ya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re heta 6 mehên din di rêya Bab El Hewa ya di bin serweriya çeteyên " Cebhet El Nusra" de ragihand. Serokwezîra Îtalyayê ji bo serdana xwe ya yekemîn a fermî ya li derveyî Ewropayê giranî da Iraqê û çavê li petrol û gaza Iraqê ye.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Têkildarî gihandina alîkariyan ji bo Sûriyê nakokî hene
25 kanûn, 2022   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nakokiyên navneteweyî yên têkildarî gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê, serdana serokwezîra Îtalya bo Iraqê û rewşa Lîbyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya bor bûn.

′MOSKOVÊ DÎSA NAKOKIYÊN LI SER ALÎKARIYÊN MIROVÎ YÊN JI BO SÛRIYÊ NÛ KIRIN′

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset ev wiha nivîsand: "Moskovê careke din dest bi şerekî dîplomatîk li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û helwesta xwe ya tund a li hember dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî ya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re heta 6 mehên din ragihand. Hemwextî helwesta Rûsyayê ku li bendê ne lihevkirin li ser dosyaya mirovî li gel rageşiya ji aliyê Şamê ve çêbin, pêk hat. Şamê jî dijberiya xwe ji dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî re nîşan da. Ew yek di demekê de ku nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen şeva çarşemê hişyarî li ser rewşa mirovî ya Sûriyê da, gavên ji bo şikandina vê sarbûnê û ji nû ve destpêkirina dan û standinên siyasî pêşniyar kirin, pêk hat.

Helwesta nûnerê daîmî yê Rûsyayê yê NY′ê Vasily Nebenzia ne surprîz bû. Ji ber ku berê jî Moskovê rêveçûna xebata lihevkirina navneteweyî ya dirêjkirina alîkariyên mirovî di Hezîranê de rexne kir.

Nîqaşên Moskovê bi dewleta Tirk re li ser tevgera leşkerî ya Enqereyê li herêmên bakurê Sûriyê ketine nava dosyaya derbaskirina alîkariyan, bi taybet deriyê yekane ku Moskovê li ser derbaskirina alîkariyan erê kiriye, deriyê Bab El Hewa yê li ser sînorê Tirkiyê ye. Şîrovekaran da zanîn helwesta Rûsyayê ya dijberiya dirêjkirina mekanîzmaya navneteweyî di çarçoveya zexta wê ya li ser Enqereyê de ye ku çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmê zêde neke."

‘SEROKWEZÎRA ITALYAYÊ GIRÎNGIYÊ DIDE IRAQÊ Û ÇAVÊ WÊ LI ENERJIYÊ YE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser serdana serokwezîra Îtalyayê ya li Iraqê û wiha nivîsand: “Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo yekem serdana xwe ya fermî li derveyî Ewropayê amaje bi Iraqê kir û çavê wê li xurtkirina tevgerên bi Bexdayê re ye, nemaze di warê petrol û gazê de. Ev yek li gel ku Ewropa di nava hewldanan de ye da ku bandorên enerjiya Rûsyayê bi dawî bike, pêk hat.

Iraq yek ji dewletên mezin ên berhemdayîna petrolê ye. Hilberîna petrola xam a Iraqê bi parên hikumeta federal û ya herêma Kurdistanê rojane derdora 5 milyon bermîl e.

Li gorî daxuyaniyên berê yên serokê Şîrketa Bazirganiya Petrolê ya hikumeta Iraqê, Iraq difikire hilberîna petrol bigihîne 7 milyon bermîlî di rojekê de. Ji ber vê yekê gelek dewlet, bi taybet Ewropa hewl didin tevkariya xwe ya di warê enerjiyê de bi Iraqê re xurt bikin, da ku girêdana bi petrolê Rûsyayê bi dawî bikin.

Iraq ji bo şîrketên petrolê yên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê qada pêşbaziyê ye, lê Îtalya girîngiyeke mezin dide ku bi rêya şîrketa xwe ya mezin a di vî warî de derbasî xeta Iraqê bibe.

Li gorî çavdêran, tevkariyên bi dewletên Ewropayê re dikeve xizmeta Bexdayê da ku binesaziya enerjiya xwe nûjen bike ku ji ber şer û nakokiyan hilweşiyabû.

Hikumeta Iraqê di nava projeyên xwe de hewl dide di nava 4 salan de gaza xwezayî bişewitîne. Hîna Iraq beşek ji gaza ku hatiye derxistin û petrola xam dişewitîne, nemaze ku kargehên wê yên pêwîst tune ne. Çavdêr dibêjin, şîrketên Îtalyayê dikarin di vî warî de rolekê bilîzin.

Îtalya ku endameke NATOʹyê ye, di çarçoveya operasyona Prima Partica ya ku piştgiriyê dide Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de derdora 650 kes li Iraq û Kuweytê belav kirine.

Ji ber nakokiyên di navbera hikumeta federal û ya herêma Kurdistana Iraqê de yên der barê gaz û petrolê de, hin şîrketên cîhanê xebatên xwe li Kurdistana Iraqê rawestandin. Ne dûr e ku hêzên navneteweyî zexteke zêdetir li her du aliyan bikin da ku li hev bikin. Ev yek dê bihêle ku Iraqê bêtir sûdê ji berhemên xwe yên enerjiyê.ʹʹ

‘LI LÎBYAYÊ NÎŞANEYÊN PARÇEBÛNÊ DÎSA DERDIKEVIN PÊŞ’

Rojnameya El Beyan jî behsa rewşa Lîbyayê kir û nivîsî: “Nîşaneyên parçebûnê dîsa li ser dîmenê giştî yê Lîbyayê serwer dibin, nexasim li gel zêdebûna nakokiyên siyasî di navbera hêzên rojava û rojhilatê welatê ku li ser hikumê ketine pêşbirkê.

Bi taybet piştî ku şêwirên der barê yekkirina desthilata rêveber û lihevkirina li ser bingeha destûrê di navbera meclisa nûneran û meclisa dewletê de, hatin taloqkirin. Her wiha ji ber ku desthilata Terablusê efserê berê yê ewlehiya derve Ebû Uceyle Mesûd El Merîmî radestî desthilatên Amerîkayê kir, rewşa hêrs û bêzariyê di nava gel de derketin û metirsî hene ku kesayetên din ên lîbyayî radestî Washington bên kirin.

Wezîrê Edaletê yê Lîbyayê yê hikumeta ji meclisa nûneran hatiye avakirin Xalid Seîd got ku hin aliyên biyanî bi hevkariya şandeya NY`ê ji bo parçekirina welat dixebitin û diyar kir ku dîplomatên NY`ê bûn sedem ku lihevkirin di navbera hêzên Lîbyayê de çênebe, lê belê nûnerên taybet ji bo sererastkirinan û avakirina hikumeteke yekbûyî gelek hewldan kirin.

Endamê Meclisa Nûneran Misbah Doma dibêje ku Lîbya vegeriyaye çargoşeya parçebûna siyasî yak u di dema hikuemta Fayiz Serac de çêbûye. Çavdêr jî texmîn dikin ku serokê dawîn ê îstixbaratê Ebdullah Sinûnî radestî Washingtonê bê kirin.

Dibe ku ev rewş welat ber bi parçebûna komî û siyasî ve bibe, nexasim li gel bandora mezin a hevsengiyên qebîleyên ku di navbera rojava, başûr, navarast û rojavayê welatd e belav dibin. Nexasim a qebîleya Meqariha ku Sinûnî endamekî wê ye û herêmên girîng ên çavkaniyên petrol, gaz û avê li herêma başûr kontrol dike.

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Mesûd El Werfelî destnîşan kir ku ji ber jidestdana baweriyê di navbera aliyên şerê desthilatê dikin de û di encama destwerdanên derve de, Lîbya vegeriya çargoşeya parçebûnê. Her wiha texmîn kir ku radestkirina kesayetên din ên lîbyayê ji Washingtonê re bêyî biryara dadgehê, dê bibe sedema vegera tevlîheviyê.”

ANHA